Li Stenbolê ji bo Hakan Arslan meşa bi meşaleyan pêk hat

  • 12:59 2 Îlon 2022
  • Rojane
 
STENBOL -  Meclîsa Ciwanan a HDP’a Stenbolê, ji ber cenazeyê Hakan Arslan di tûrik de teslîmî malbata wî hat kirin li Stenbolê meşa bi meşaleyan li dar xist. 
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê sepanên li ser cenazeyê Hakan Arslan ê ku di pevçûnên di qedexeyên derketina derve ya 2’yê kanûna 2015’an li navçeya Sûra Amedê hatibûn îlankirin de jiyana xwe ji dest dabû, bi meşekê şermezar kir. Ciwanên ku di kolanên Stenbolê de derketine derve bi meşaleyan meş li dar xistin û pankarta “Li dijî qetlîaman derkevin qadan” hilgirtin. Ciwanan di meşê de her tim dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. 
 
'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Ciwanan,  Agît Îpek ê ku cenazeyê wî bi kargoyê ji malbatê re hatibû şandin û Sîtî Karatay a piştî 6 salên jiyana xwe ji dest dabû û teslîmî malbata wê kirin bi bîr anîn û ev daxuyanî dan: “Dewlet niha ji bo miriyên kurdan jî şer daye destpêkirin. Em jî dibêjin ku ‘hûn ê ji canê me jî, ji miriyê me jî bitirsin.’ Heya ku em tola hestiyên hevalên me yên ku we şandine bistînin, heya ku em heqê her hestiyekê ji we hilînin, em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”