Jinan ji Sîlopiyê bang kir: Bila 1’ê Îlonê bibe wesîleya yekîtiya Gelê Kurd

  • 09:05 2 Îlon 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên ku beşdarî mîtînga Silopiyê ya ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bûn, destnîşan kirin ku ew hem ji bo ku li dijî şer banga yekitiyê bikin û hem jî ji bo ku bibin dengê jinên hatine qetîl kirin li vê qadê ne.
 
1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hem li herêmê hem jî li Tirkiyê bi peyamên xwe yên li dijî şer banga aştiyê bi coşekê mezin hat pîrozkirin. Ji van deverên ku  mîtîng lê hat lidarxistin jî navçeya Sîlopî ya Şirnexê ku bi dirûşma “Şer mirin e, aştî jiyan e” hate pîroz kirin e. Jinên ku tevli mîtîngê bibûn peyamên xwe yên ji bo aştiyê li qadê anîn ziman.
 
Ji jinan Muzeyyen Înan, di destpêka axaftina xwe de 1’ê Îlonê li tevahî gelên bindest û aştîxwaz pîroz kir û wiha axivî: “Li her devera cîhanê şer heye û êdî dayik ji  şer û rijandina xwînê rondik di çavên wan de nema ne. Bila 1’ê Îlonê bibe wesîleya yekîtiya Gelê Kurd. Em di pêvajoyek şer re derbas dibin û yên ku piştgiriya vî şerî dikinr em wan nalet û şermezar dikim. Li dijî vî şer pêwiste ku kurd  tîfaqa xwe ava bikin û axa xwe biparêzin.”
 
‘Em li vê qadê dengê jinên ku hatine qetîl kirin in’
 
Kader Bayram jî bal kişand  ser qetîlkirina jinan û destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîna xwe pêşiya qirkirina jinan bigirin. Kader, got: “Em îro hem ji bo aştîyê hem jî ji bo ku bertekên xwe li dijî qetîlkirina jinan nîşan bidin li vir in. Bertek û hêrsa me ya li dijî tundî û komkujiya li ser jinê her diçe zêdetir dibe. Em îro li vê qadê di heman demê de dengên jinên ku hatine qetîl kirin in. Li vî welatî qetîlkirina jinan di astekê herî jor de ye. Ji bo ku em pêşiya van qirkirinan bigirin divê em têkoşîna xwe mezintir bikin.”
 
‘Dayik şer naxwazin’
 
Hacer Boydan jî daxuyand ku bi avakirina aştiyê jiyanek birûmet û aram dê were avakirin û got: “Em dixwazin li her çar parçeyên Kurdîstanê ev êrîş û dagirkerî bi dawî bibe. Daxwaz û hêviya me ya herî zêde ew e ku Gelê Kurd azadiya xwe misoger bike.. Em dayik şer naxwazin û ji bo hemû gelan jiyanek aştîyane û aram dixwazin.  Tu cudahiya gelekî ji yên din nîne.”
 
‘Çareserî ne di şer de israrbûn e’
 
Elfesya Nas jî destnîşan kir ku di tu serdemê de bi şer tu kes bi ser neketiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em roja aştiyê li tevahiya gelê xwe pîroz dikin. Bi coşekê mezin em reng û dengên xwe hatin qadê. Di tu serdemê de bi şer serkeftin çênebûye û wê îro jî çênebe. Aştî bi xwe re serkeftinê tîne. Armanc û sekna me jî di vî aliyî de ye. Her wiha em dixwazin qetîlkirina jinan jî bi dawî bibe. Gava şer hebe nexweşî û zilm heye. Mînaka herî şenber çend roj berê hestûyê Hakan Arslan di kîsekî de radestî bavê wî hatin kirin. Şer ji êşê pêvetir tiştek din nade. Lewra em di aştiyê de bi israr in û heta ku aştiyeke mayînde neyê vî welatî em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
 
‘Aştî bi rêya diyalogê pêkan e’
 
Herî dawî jî Leyla Tatli axivî û anî ziman ku rêya avakirina aştiyê di rêya diyalogê re derbas dibe û got: “Ji bo vê rojê em bang li hemû gelan dikin ku li dijî şer dengên xwe yên ji bo aştiyê bilindtir bikin. Êdî bila gelê me neyê kuştin û aştî pêk bê. Ji bo ku aştî bê divê rêya diyalogê û helwestek samîmî hebe.. Bila dilê dayikên me neşewite. Ne tenê ji bo Gelê Kurd ji bo hemû gelên cîhanê em  aştiyê dixwazin. Em wek jin vê rojê bi taybetî ji bo dayikên xwe xelat dikin.”