ROJEVA 02'YÊ ÎLONA 2022'YAN

  • 09:00 2 Îlon 2022
  • Rojev
 
*KASED  ji bo pîrozbahiya yekemîn sala xwe amadekariyan dikin û ji bo jinan di qada çand, huner û wêjeyê de derfetan ava dike. Yek ji hîndekarên KASED’ê Serap Ergîn da zanîn ku jin eleqeyek mezin nîşanî komeleya wan didin. DÎMEN HEYE
 
*Di doza "JÎTEM'a Kerboranê" de ku hemû kiryar hatin bereatkirin dayika Davût Altinkaynak, Hayat Altinkaynak anî ziman ku biryara hatiye dayîn dilê wan şewitandiye û got: “Dîsa edalet pêk nehat. Lê divê bê zanîn ku heta kiryar bên cezakirin ez ê li pey vê dozê bim.” Parêzerê dozê jî wiha axivî: "Ev dosya wêneyê dewletê nîşan dide." BI DÎMEN
 
* Bertekên li dijî rêbaza radestkirina hestiyên Hakan Arslan ku li Edliyeya Amedê di kîsek de radestî bavê wî hatin kirin zêdetir dibin. Jinên Şirnexê destnîşan kirin ku ji salên 90’î heta roja îro bi rêya cenazeyên kurdan li malbatên wan îşkence tê kirin û diyar kirin ku ew ê êşa bi malbatan tê kêşandin ji bîr nekin. DÎMEN HEYE
 
*Li Colemêrgê ji ber krîzê bi taybet jî esnafên jin bandor dibin yek bi yek dukanên xwe digirin. Yildiz Sevînç diyar kir ku heta zivistanê wê li ber xwe bide, nebû dê berê xwe bide metropolan. BI DÎMEN 
 
*Jinên ku beşdarî mîtînga Silopiyê ya ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bûn, destnîşan kirin ku ew hem ji bo ku li dijî şer banga yekitiyê bikin û hem jî ji bo ku bibin dengê jinên hatine qetîl kirin li vê qadê ne. DÎMEN HEYE