Li Silopiyê mîtînga 'Şer mirin e, aştî jiyan e, aştiyê biparêzin'

  • 19:59 1 Îlon 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Silopiyê bi dirûşma “Şer mirin e, aştî jiyan e, aştiyê biparêzin”  mîtînga 1'ê Îlonê pêk hat. Di mîtîngê de peyamên aştiyê hatin dayîn û banga berxwedanê hat kirin. 
 
Mîtînga ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Şer mirin e, aştî jiyan e, aştiyê biparêzin” bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Şirnexê ve li qada Newrozê ya navçeya Silopiyê bi coşeke mezin pêk hat. Qada mîtîngê bi alên HDP’ê hatin xemilandin û pankartên “Li dijî şer serî rake jiyana azad ava bike”, “Rêxistibûyîna jinê azadiya jinê ye”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Dayik rê nadin şer!”  û “Em li dijî şer têkoşîna aştiyê mezin dikin” hatin daliqandin. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Parlementerên HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz, Parlementera HDP’ê Amedê Remziye Tosun, Tevgera Jinên Azad(TJA), Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) beşdarî mîtîngê bûn. 
 
Jinan bi korteje meşiyan 
 
Jinan bi korteja TJA hatin gel hevdû bi pankarta “Dewleta zayendperest dê hesaba jinên qetîlkirî bide” herikîn qadê. Her wiha jinan ligel posterên jinên ku hatine qetîl kirin wergirtin û heya qadê meşiyan.  
 
Girse gelek caran dirûşmeyên “Bijî aştî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “ Bijî berxwedana jinan”, “Ji şer re na” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Komîteya Amadekar û hevserokên HDP'ê yên navend û navçeyan derketin ser dikê û girse silav kirin. Li ser navê komîteyê Hevseroka HDP’ê yê bajarê Şirnexê Sabuha Akdag axivî û balêkişand li ser qetîl kirina jinan û got: "Em ê bi têkoşîna xwe pêşiya qetlîama jinan bigirin û rê nedin êdî jinek din were qetîl kirin.” 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di mîtîngê de axivî û got: "Hûn hemû bi xêr hatin, ser seran, ser çavan re hatine. Axa Botanê axeke pîroz e. Gelê Botan heta niha gelek zehmetî kişandiye. Lê dîsa jî îro li ser piyan e û bi berxwedana xwe hêz û qewetê dide têkoşîna me ya azadiyê. 
 
Vê axê tu caran serê  xwe ne tewandiye. Ji Melayê Cizîrî heta Orhan Dogan ji Sêvê heta Pakîze û Fatma bi hezaran leheng û zanyar diyarî Gelê Kurd kiriye. Ji ber vê sekna xwe li hemberî hemû zilm û zordariyê li ber xwe dide. Ez we û sekna we hezar caran pîroz dikim. Em spasiyê xwe pêşkêş dikin, hezar caran mala we ava be. Îro 1’ê Îlonê ye Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Em dizanin li her aliyê cîhan şer heye. Niha pêwistiya me bi aştiyê  heye. 
 
Em dibêjin li Tirkiyeyê her kesê ku demokrasî û edaletê dixwaze bila li dijî şer derkeve. Divê em li dijî şer tifaqa herî mezin ava bikin. Rizîbûnek wisa heye ku êdî tu nirxek exlaqî nemaye. Di heman demê de nirxên exlaqî jî bin pê dikin û hêmanên herî bingehîn ên baweriyê paşguh dikin. 
 
Werin em wê wêneyê şewitî, wêranker, birîndar ku rojên din li ber çavên me rawesta bi bîr bînin. Hestiyên Hakan Arslan di tûrikê de didin bavê wî Alî Riza Arslan. Hûn dibînin, dijminên herî hov jî dizanin ku di şeran de divê rêz li gorê bigirin. Hiqûqa mirovatiyê, rêgezên gerdûnî, nirxên olî, prensîbên exlaqî beriya her tiştî hurmetê ji cenaze re digirin. Ev polîtîkayên şer bi awayekî van hemû nirxan tine dikin. Ji ber polîtîkayên şer nirxên gerdûnî, hiqûqa mirovahiyê, perestgehên olî û prensîbên exlaqî tên binpêkirin.
 
Em ê teqez pêşiya van polîtîkayên şer bigirin. Baş e, çima em dibêjin aştî, çima aştiyê diparêzin? Dema ku em dibêjin aştî, hin derdor têgihiştinek ku em bêhêziyê îfade dikin diafirînin. Daxwaza aştiyê wekî qelsiyek tê nîşandan. Na! Em vê têkoşîn û daxwaza xwe bilind dikin, aştî çi ye, aştî beriya her tiştî ji holê rakirina sedemên şer, ji holê rakirina sedemên pevçûnan hewce dike.
 
Eger em dibêjin aştî ji ber wê ye ku em li vî welatî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dixwazin. Em dizanin ku pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk bê çareserkirin û ev tişt jî dê aştiyê bînê vî welatî. Têkoşîna aştiyê jî têkoşîna çareseriyê ye. Têkoşîna aştiyê di heman demê de têkoşîna demokrasiyê ye, têkoşîna azadî û wekheviyê ye. 
 
Bê demokrasî, wekhevî û azadî aştî nabe. Ji ber vê em dibêjin divê em li her qadê demokrasî, azadî û wekheviyê biparêzin. Werin ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyeke siyasî biafirînin.” 
 
Mîtîng bi stranên hunermend Kadîr Çat û Koma Dengê Awazên Botan bi dawî bû.