Li Qoserê meş û Colemergê jî çalakiya lacikên spî

  • 19:27 1 Îlon 2022
  • Rojane
MÊRDÎN/COLEMÊRG - Bi minasebeta 1'ê Îlonê, bi pêşengiya Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrdînê  meşek hat lidarxistin û banga sekinandina şer û pêkanîna aştiyê hat kirin.  Li Colemêrgê jî lacikên spî avêtin Çemê Zapê û banga aştiyê hat kirin. 
 
Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrdînê, bi minasebeta 1'ê Îlonê li navçeya Qoser a Mêrdînê meşek lidarxist û piştre jî daxuyaniyek da. Endamên platformê û bi sedan kes li ber avahiya Şaxa Egîtîm Sen a Qoserê kom bûn. Ji ber ber bi Qada Aştî û ji vir jî heta Mala Mamosteyan bi dirûşmeyên "Bijî aştî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, jiyan" bi çepik û tilîliyan meşiyan. 
 
Girseya ku li ber Mala Mamosteyan kom bûn, daxuyaniyê da. Di daxuyaniyê de dovîzên "Şer talan e, aştî aramî ye", "Ger aştiyek bi rûmet tunebe, têkoşînek mezin heye", "Şer winda dike, aştî serbikeve", "Li hembet şer têbikoşe, welatê xwe rizgar bike" hatin rakirin û pankartên "Li hember şer serî rake, jiyana azad ava bike" û "Şer mirin e, Aştî jiyane. Aştiyê biparêze" hat vekirin.
 
'83 sal derbas bû’
 
Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Demê yê KESK’ê Mehmet Emîn Ozel ve hat xwendin. Mehmet Emîn, bal kişand ser girîngiya rojê û wiha got: “Di navberê de 83 sal derbas bû. Şerê duh li Polonya û hemû Ewropayê bû, îro jî li gelek deverên cîhanê bi taybetî li Rojava û Başûr pevçûnên mezin û biçûk didome. Li Kurdistanê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ku navê wê nayê zanîn diqewime. Ji ber şerên parçebûnê yên di navbera emperyalîstan de mirovahî û xweza careke din bi qirkirineke mezin re rû bi rû ye. Polîtîkayên qirkirinê yên ku faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze li welat û Rojhilata Navîn pêk bîne, cenazeyên mirovên ji ber komkujiya cewherî ku li gelek cihan pêk anîn, bi taybetî li Şirnexê, ji malbatên wan re dişînin ve çete dixwazin li herêmê hawîrdoreke şerê bi xwîn ava bikin.”
 
‘Pêwîstî bi aştiyê heye’
 
Mehmen Emîn diyar kir ku bi fuhûş, tiryak û bi polîtîkayên şerê taybet re qirkirina çandî afirandine û hêza xwe li ser gel dixwazin ferz bikin û axivî: “Di qonaxa niha de siyaset û pêkanînên netewperest, şovenîst, faşîst ên li dijî ked, aştî û demokrasiyê di serî de pirsgirêkên herî bingehîn ên welatê me ne. Ji ber vê yekê li welatê me, li herêma me û li cîhanê pêdiviya aştiyê bi hemû şewata xwe re her roj zêdetir tê hîskirin.”
 
Daxuyanî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.
 
Colemêrg 
 
Platforma Demokrasî û Kedê ya Colemêrgê jî bi wesîleya 1'ê Îlonê lacikên spî avêtin Çemê Zapê. Sazî û dezgehên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Piştre girse li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyaniyek da û bal kişandin ser aştiya bi rûmet. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dê her tim ji bo aştiyê li ber xwe bidin.