Ji bo Ekîm bê tedawîkirin 16 roj in li ber girtîgehê ye

  • 17:35 1 Îlon 2022
  • Rojane
DENÎZLÎ - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê nexweş Ekîm Polat 32 roj in didome. Çalakiya dayika wî Songul jî ji bo Ekîm bê tedawîkirin li ber girtîgehê 16 roj in didome. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, ji bo bê dermankirin daye destpêkirin di roja 32’yemîn de berdewam dike. Çalakiya rûniştinê ya Dayik Songul Îlker jî ji bo mafê tenduristiyê yê kurê wê û daxwazên wî bên pêşwazîkirin li pêş Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê daye destpêkirin jî di roja 16’an de berdewam dike. 
 
Songul, di çalakiyê de wiha got: "Kurê min çalakiya greva birçîbûnê didomîne û niha ji bilî avê tiştek pê re nîne. Ez ji vir bang li herkesê dikim; kurê kurê min Ekîm Polat û hemû girtiyên nexweş bên dermankirin. Heta ku mafê tedawiyê yê kurê min pêk were ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”