Dayikên Şirnexî: Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye

  • 09:04 1 Îlon 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Dayikên Şirnexî êrîşên Arteşa Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin û diyar kirin ku kurd li ser axa xwe dijîn çi karê Tirkiyeyê li Rojava  heye. Dayikan got,"  Xwîn bi xwînê nayê şûtin, kurd aştîxwaz in û doza nasnameya xwe dikin." 
 
Artêşa Tirk di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federe ya Kurdistanê êrîşek berfireh dabûn destpêkirin. Di çarçoveya êrîşên xwe de bi dehan caran çekên kimyewî bi kar anîn û sûcê şer kir. Her wiha xweza talan kir û sînorên heyî binpê kirin. Tevî ku di van êrîşên xwe de bê encam ma vêcarê jî êrîşî Rojava kir û li aliyekî jî êrîşên xwe yên li dijî Rojava, Mexmûr û Şengalê berdewam dike. Bertek û nerazîbûnên jinan ên li dijî êrîşên Tirkiyê li sere Kurdistanê her diçe mezin dibin. Yek ji van bertekan jî ji dayikên Şirnexê hat.
 
Ji jinan Taybet Tatli diyar kir ku Tirkiyê armanca DAê ya ku nîvco mabû dixwaze temam bike û got: “Rojava bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Li her devereke wê bi hezaran sehîd hene. Şûna DAÎŞ'a ku li Rojava Têk çû, niha Tirkiyê dixwaze şer bike. Çi karê Tirkiyeyê li Rojavayê heye. Heta em sax bin em li pişt Rojava ne. Bila kurd bin yek û îxanetê li hev nekin. Rojava bi xwîna şehîdan hatiye avdan û dê bi têkoşîne were rizgarkirin. Li dijî van êrîşan divê kurd destên xwe bidin hev. Bila êdî bes zarokên me bên kuştin. Lazime ku hemû kurd tîfaqa xwe ava bikin û li dijî vê zilmê bibin yekhêz.”
 
‘Em doza, nasname û hestûyên xwe dikin’
 
Emîne Alkış jî anî ziman ku bi salan e dijminên kurdan bi tank, tifing û bombebaranan dixwazin kurdan biqedînin û wiha axivî: “Tu mafê Tirkiyeyê ku êrîşî Rojava bike tune ye. Rojava ne xaka wê ye, başûr ne xaka wê ye. Ev hikûmet hikûmetek zilmkar e û hemû hêza xwe li dijî neyartiya gele Kurd bi kar tîne. Kurd dixwazin heqê xwe bidest bixin. Em doza, nasname û hestûyên xwe dikin. Bangawaziya min ji her çar parçeyên Kurdîstanê re yeheye bila bibin yek. Heke nebin yek wê dewletên xwînmij êrîşên xwe zêdetir bikin.  Divê kurd pêşiya wan êrîşan bigirin. Serkeftin wê ya gelê Kurd be.”
 
‘Xwîn bi xwînê nayê şûştin’
 
Herî dawî jî Asya Tay axivî û bang li sazî û rêxistinênên navneteweyî kir.Asya  got: “Ev yê ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin bila wö zilma li ser kurdan bibînin. Hemû dewlet wê zilma Tirkiyê ya li dijî kurdan dibînin. Çima bêdeng dimînin. Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Divê ev şer were sekinandin. Li ku deverê cîhanê şer çêbibe dilê me dayikan diêşe û em naxwazin şer çêbibe. Dilê me tim ji bo aştiyê lê dide. Ez bang li hiqûqnasan, sazî û rêxisitinên navneteweyî dikim bila pêşiya vî şerî bigirin û rêya dîyalogê were vekirin. Me doza mal û milkê kesekî nekiriye. Em tenê doza mafê xwe dikin. Ew xelkê rojavayê Kurdistanê bi salan e li ser xaka xwe dijîn. Çi heqê Tirkiyê heye ku diçe wê derê û êrîş dike. Dil û kezeba dayikan dişewite û naxwazin dilê tu kesî biêşe. Em naxwazin tu kes were kuştin. Dayik naxwazin xwîn birije û aştiyê dixwazin.”