ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
- 09:00 1 Îlon 2022
- Rojev
*Endama ya Şaxa Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê ya Stenbolê, Karun Yildiz da zanîn ji ber pirsgirêkên ciwan pê rû bi rû dimînin Komîsyona Ciwana hatiye deklerekirin û got:"Hedefa me ew e ku ciwanên bêyî ku bitirsin mafên xwe biparêzin û li dû rastiyên jê bawer dikin, herin derkevin pêş." DÎMEN HEYE
* Dayikên Şirnexî êrîşên Arteşa Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin û diyar kirin ku kurd li ser axa xwe dijîn çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye. Dayikan got," Xwîn bi xwînê nayê şûtin, kurd aştîxwaz in û doza nasnameya xwe dikin." DÎMEN HEYE
*Endama Koma Aştiyê Yuksel Genç da zanîn ku pêvajoyên aştiyê, di pêvajoyên desthilatdar hegemonîk de ne alava ku bê tahkîmkirine û got: “Çareseriya pirsgirêka kurd û krîzên tên jiyîn bi rêya sêyemîn ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye pêkan e. Rêya sêyemîn an jî pergalên çareseriya alternatîf dikare ji bo bindest, bawerî û gelan ji nûve bê dîzaynkirin.” BI DÎMEN
**Bi pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê dê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi dirûşma “Şer mirin e, aştî jiyane, aştiyê biparêzin” li qada Newrozê ya navçeya Silopiyê mîtîng were lidarxistin.(17.30) BI DÎMEN
*Cenazeyên 12 kesên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane li Goristana Bêkesan a li Colemêrgê hat definkirin. Li heman qadê 6 cenaze li 3 goristanan hatin definkirin. BI DÎMEN
*Dayika Hakan Aslan, Melike Aslan da zanîn ku wê di televizyonê de dîtiye ku hestiyên lawê wê di tûrikekî de ye û di destên bavê wî de ye û got:"Min 7 sal şûnde lawê xwe di tûrikekî de û di destên bavê wî de dît." Bavê Hakan, Ali Riza Aslan jî got:"Ger min têkoşîn nekiriba dê nehatiba dîtin dê di bin avahiyê de bima." BI DÎMEN
* Platforma Demokrasî û Kedê, bi minasebeta 1'ê Îlona Roja Aştiya Cihanê li Qada Aştî ya navçeya Qosera Mêrdînê daxuyanî û meş dê li dar bixe. (17.30) BI DÎMEN