Li Minbicê civîna jinan

  • 16:56 31 Tebax 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed tevlî civîna jinan a li Minbicê bû û bal kişand ser rol û mîsyona jinê û got: "Piştevanên vê projeyê gelek in. Jin jî roleke sereke di avakirina projeyê de dilîze."
 
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî yên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke taybet a jinan li dar xist. Endamên sazî û komîteyên girêdayî sazî û dezgehên jinan, şervanên Meclisa Leşkerî ya Jinan tev li civînê bûn. Civîn li hola avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a li Minbicê pêk hat. 
 
Di civînê de Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî û geşedanên siyasî yên dawîn li herêmê şîrove kirin û wiha berdewam kir: “Jin a herî zêde zirar ji êş û azaran kişandiye ku di encama şer û siyasetên pergala baviksalarî de rû dane. Her çiqas şer dijwar bibe jin zêdetir zirarê dibînin.
 
Şerê heyî li dijî enerjiya dewlet û pergalên navendî yên li Rojhilata Navîn û cîhanê ne. Niha pergal xwe dispêrin pêkanîna guhertina demorkatîk di binesaziya xwe de. Ev pergal bi israr e ku siyaseta baviksalarî û navendî pêk bîne. Ji ber wê rola jinan paşguhkirî ye û li derveyî çarçoveya wan pergalan e.
 
Ev yek derfetan li pêşiya jinan diafrîne ku xwe li derveyî çarçoveya pergala baviksalarî bi rêxistin bikin. Pêşketina cîhanê û teknolojiyê, derketina fikrên tevgerên demokratîk ên azadîxwazin, rê li pêşiya jinan vedikin ku veguhere hêzek û îradeyek li pêşiya siyasetên vê pergala baviksalarî bisekine.
 
Ev alozî ne tenê aloziyeke herêmî yan jî xwecih e. Pergala cîhanî di nav aloziyeke kûr de ye. Hemû dewlet banga demokrasiyê dikin. Ew xwedî mafên mirovan e yan jî mafên jinan e. Pirtûkan li ser mafên jinan dinivîsin. Ev dewlet bi xwe ne ku me nedîtiye ku mafên rewa didin jinan.
 
Hemû Rêveberiya Xweser wek çareseriya yekane dibînin ku dê sûriyan ji desthilata dîktator û zordest xilas bike ku dewleta Tirk wek wesîleyekê ji bo kontrolkirina çarenûsa sûriyan bi kar tîne. Piştevanên vê projeyê gelek in. Jin jî roleke sereke di avakirina wê de dilîze.”