Girtiyan bi dirûşman piştgirî da Nobeda Edaletê

  • 16:49 31 Tebax 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê bi dirûşman piştgirî dan çalakiya xizmên girtiyan. Li Denîzliyê jî çalakiya Hanim Sever ku kurê wê girtî ye berdewam dike.
 
Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan û binpêkirinên mafan bi dawî bibin li Îzmîrê dane destpêkirin di roja 106’an de li pêş Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan berdilkên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ser dinivîsî li xwe kirin û her tim dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet” berz kirin. Endam û rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê ( EGE TUHAY-DER) piştgirî da malbatan. 
 
Yek ji malbata girtiyan Sûltan Yagmekan diyar kir ku 106 roj in lêgerîna xwe ya edaletê didomînin lê dewlet bêdeng e. Sultan, bal kişand ku zextên li ser girtiyan zêde dibin û wiha got: “Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên nexweş ketin çalakiya greva birçîbûnê. Ev çawa dibe? Zarokên me tên kuştin. Dema ez cara dawî bi kurê xwe re axivîm ji min re got ku 2 meh in dermanên wî nadinê. Dibêjin ‘derman nînin’. Çawa derman nabin. Em dayikin vê rewşê qebûl nakin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li her derê ji bo zarokên xwe têkoşîna xwe bidomînin.”
 
'Ji vê zilmê re bêjin bes e'
 
Yek ji malbata girtiyan Hanîfe Gumuş jî banga bi dawîkirina binpêkirinên mafan kir û wiha axivî: “Ji vê zilmê ji vê komkujiyê re bêjin bes e. Em xwîn û komkujiyan naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Aştiyê bînin vî welatî ku bibe welatî bikarin lê bijîn. We li Kurdistanê mirov nehiştin vêca daran difiroşin. Bila êdî leşker nemirin, zarokên me li zindanan nemirin.”
 
'Aysel Tugluk berdin'
 
Yek ji malbata girtiyan Hanim Sever jî wiha axivî: “Şûna ku dê kurdan, kesên nexweş bigirin herin mafyayan bigirin. Em naxwazin êdî kes bimire. Bila girtiyên nexweş û Aysel Tûglûk bên berdan. Êdî sebra me nema, em dayik in dilê me dişewite. Bila tecrîd bê rakirin, biçin Îmraliyê û aştî pêk were. Destê xwe deynin ser wijdana xwe em edaletê dixwazin.”
 
Girtiyan piştgirî da
 
Di dema axaftinên malbatên girtiyan de girtiyan jî bi çepik û dirûşman piştgirî dan malbatan. Malbatên girtiyan jî bi dirûşman bersiv dan. Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate kirin. 
 
Li Denîzliyê jî çalakî
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, ji bo bê dermankirin daye destpêkirin di roja 31’emîn de berdewam dike. Çalakiya rûniştinê ya Dayik Songul Îlker jî ji bo mafê tenduristiyê yê kurê wê û daxwazên wî bên pêşwazîkirin li pêş Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê daye destpêkirin jî di roja 15’an de berdewam dike. 
 
Songul Îlker ku derbarê Midurê Girtîgehê Alî Îhsan Yildirim de serî li Edliyeya Denîzliyê da, diyar kir ku ji ber serdozger ji bo 3 hefteyan çûye betlaneyê nekariye daxwaznameyê bide. Songul a bang li hiqûqnasan kir wiha got: “Pêwîste hemû parêzerên xwedî wijdan li vê dosyayê xwedî derkevin û pê re eleqedar bibin. Ji ber ku hewl tê dayîn lêpirsîn bê girtin. Daxwaznameya ku me ji bo wê pêşkêş kiriye wê bikeve dosyayê? Em vê jî nizanin. Ez li benda piştgiriya we hemûya me.”
 
Hasta ve infazı yakılan tutsakların tahliye edilmesi ve cezaevlerindeki tecride son verilmesi talebiyle tutsak yakınlarının başlattığı Adalet Nöbeti 106'ıncı gününde Buca Kırıklar Cezaevi önünde devam etti. “Hasta tutuklulara özgürlük” ve “Hasta tutsaklar serbest bırakılsın” yazılı önlükleri giyen tutsak yakınları sık sık “Bijî berxwedana zindanan” ve "Hak, hukuk, adalet" sloganı attı. Tutsak yakınlarının eylemine Ege Tutuklu ve Hükümlü Yakınlarıyla Dayanışma Derneği de destek verdi.
 
‘Çocuklarımızı öldürülüyorlar’
 
Burada söz alan Kırıklar F-2 No’lu Cezaevi’nde bulunan Fırat Yağmekan’ın annesi Sultan Yağmekan hak ihlallerine karşı devletin sessiz kaldığını belirterek “Kırıklar’da 3 hasta tutuklu açlık grevine girdi. Çocuklarımızı öldürülüyorlar. Oğlumla en son konuştuğumuzda iki aydır ilaçlarının verilmediğini söyledi. ‘İlaç yok’ diyorlarmış. İlaçlar nasıl olmaz? Biz anneyiz bu durumu kabul etmiyoruz. Ayakta olduğumuz sürece, kanımızın son damlasına kadar her yerde çocuklarımız için bekleyeceğiz. Çocuklarımız için mücadele etmeye devam edeceğiz” diye belirtti.
 
‘Çocuklarımız ölmesin’
 
Ardından söz alan Balıkesir Bandırma Cezaevi’nde bulunan hasta tutsak Mehmet Nezir Gümüş’ün annesi Hanife Gümüş ise “Bu zulme, katliama artık yeter. Biz kan, katliam istemiyoruz. Biz barış istiyoruz. Bu ülkeye barış getirin ki ülke yaşanabilir olsun. Kürdistan’da insan bırakmadınız artık ağaçlara kıyıyorsunuz” şeklinde konuştu. 
 
‘Tecrit kaldırılsın, İmralı’ya gidilsin barış sağlansın’
 
Bandırma T Tipi Cezaevi’nde bulunan Medet Sever'in annesi Hanım Sever ise “Artık ölümler yaşansın istemiyoruz. Hasta tutuklular, Aysel Tuğluk serbest bırakılsın istiyoruz. Sabrımız kalmadı, biz anneyiz herkes için yüreğimiz yanıyor. Tecrit kaldırılsın, İmralı’ya gidilsin barış sağlansın” dedi. 
 
Tutsaklar alkışla eyleme cevap verdi
 
Tutsak yakınlarının konuşmaları esnasında cezaevinde tutsaklar alkış ve ıslık sesleri ile eyleme destek verdi. Tutsak yakınları ise sloganlarla yanıt verdi. Konuşmaların ardından oturma eylemine geçildi.
 
Denizli’de açlık grevi 31, oturma eylemi 15’inci gününde
 
Tedavi edilmediği için 31 gündür açlık grevinde olan Denizli T Tipi Cezaevi'nde bulunan 24 yaşındaki Ekim Polat’ın annesi Songül İlker’in de oğlunun tahliye edilmesi ve sağlık hakkına kavuşması amacıyla cezaevi önünde başlattığı oturma eylemi 15’inci gününde.
 
‘Soruşturma kapatılmaya çalışılıyor’
 
Cezaevi müdürü Ali İhsan Yıldırım hakkında başlatılan soruşturma için dilekçe vermeye Denizli Adliyesine giden Songül İlker, başsavcının tatilde olduğu için dilekçesinin alınmadığını söyledi. Songül “Tüm vicdanlı hukukçuların bu dosyaya el atmaları ve ilgilenmeleri gerekiyor. Çünkü soruşturma kapatılmaya çalışılıyor. Dosyaya konulması için verdiğimiz dilekçe dosyaya konulacak mı? Bunu da bilmiyoruz. Hepinizin desteğini bekliyorum” diye konuştu.