Rapora şeş mehan a Navenda Piştevaniya Jinê hat eşkerekirin

  • 15:36 31 Tebax 2022
  • Rojane
STENBOL-Li gor Rapora Faliyetê ya Navenda Piştevaniya Jinê ya 6 mehî ya Komeleya Dema Jinê jin li Tirkiyeyê herî zêde pêdiviyê ji piştgiriya derûnî dibînin. 
 
Li gor Rapora Faliyetê ya Navenda Piştevaniya Jinê ya 6 mehî ya Komeleya Dema Jinê jin li Tirkiyeyê herî zêde pêdiviyê ji piştgiriya derûnî dibînin. Di rapora di navbera dîrokên 1'ê Sibata 2022-31'ê Tîrmeha 2022'yan daneyên balkêş cih girtin. Li gor raporê gihandina jinan a ji bo piştgiriya hiqûqî û derûnî gelekî zehmet e. 
 
Hat diyarkirin ku beyana jinê esas hat girtin û piştî hevdîtinên hûrgilî jinan herî zêde ji bo piştgiriya derûnî serlêdan kirine. Her wiha jinan li gor raporê xwestine ji mafên parastinê fêdeyê bibînin. 
 
Her wiha li gor raporê jinên ku ji ber sedemên aboriyê tundiyê dibînin dîsa mecbûr dimînin vegerin malên ku lê tundiyê dibînin. Jin daxwaza piştgiriya civakî dikin û jin tînin ziman ku piştevaniya jinê dê hêzê bide. Li gor raporê daxwaza herî kêm çûyina jinan a stargehan e. 
 
Pirsgirêka zimanê kurdî
 
Di serlêdanan de herî zêde jinên zimanê wan Kurdî ye hene. Derbarê mijarê de ev tespît hat kirin:"Jinên zimanê wan ê dayikê Kurdî ye derbarê tundiya li dijî jinê de xeteke ji bo piştgiriyê pêde nakin. Her wiha gihandina wan a di warê metaryelan de jî gelekî kêm in. Pirsgirêka zimên tenê pêşiyê li têkoşînê nagire di heman demê de ji perwerde, tendirustî, girtina agahiyê ya jinê re jî dibe asteng. Jinên derbarê tendirustiya jinê de nikarin agahiyê bigirin, têkiliya bi bedana wan jî pêş nakeve. Jinên kurd ên zimanê dayika wan kurdî ye li qereqol, dozgeriyê û dadgehan di warê îfadekirinê de zehmetiyê dibînin. Nikarin fêdeyê ji xizmeta wergerê bigirin. Loma komeleya me bi jinên pêdiviya wan bi piştgiriya zimanê dayikê heye re hevdîtinên bi kurdî kiriye."
 
Di serlêdanan de jinan ji sedî 47,6 piştgiriya derûnî xwestin. Ji sedî 23,8'î piştgiriya hiqûqî, ji sedî 4,8'î pişgiriya civakî û ji sedî  14,3'î pişgiriya stargehê her wiha ji sedî 9,5'î piştgiriya aborî xwestin. 
 
Hûn dikarin ji ser vê lînkê xwe bigihêjin hûrguliya raporê:
 
https://kadinzamani.org/sites/kadinzamani.org/files/2022-08/Dan%C4%B1%C5%9Fma%20Merkezi%20Rapor_0.pdf