Dê Ekolojîst ber bi Çiyayê Cûdî ve bimeşin

  • 15:29 31 Tebax 2022
  • Rojane
ENQERE - Rêxistinên ekolojiyê û partiyên siyasî, li dijî talana xwezayê dê di 17'ê Îlonê de bimeşîn Çiyayê Cûdî. 
 
Di pêşengiya Tevgerên Ekolojiyê û partiyên siyasî, li dijî talana xwezayê ya li herêmê dikevin tevgerê. Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD),  Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de, li dij qirkirin û talankirina xwezayê ya li herêmê ya bi destê cendirme û cerdevanan, bi dirûşma "Li dijî hilweşîna ji ber şer û talankirina xwezayê em dimeşin" ewê bimeşin Çiyayê Cûdî.
 
KCD, TJA, DBP, HDP û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, derbarê meşa ku wê ber bi Çiyayê Cûdî ve bikin de id 5'ê Îlonê de wê li Amedê daxuyaniyê bidin.