Jinan li dijî îşkenceya lêgerîna tazî gilî kirin: Em fedî nakin

  • 15:04 31 Tebax 2022
  • Rojane
STENBOL- Li dijî lêgerîna tazî ya li ser endamên ESP û MYK SKM Hatice Deniz Aktaş û Ebru Yigit hat ferzkirin, gilî hat kirin.
 
Li dijî lêgerîna tazî ya li ser endamên ESP û MYK SKM Hatice Deniz Aktaş û Ebru Yigit hat ferzkirin, li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê gilî hat kirin. Gelek jin û sazî berî gilîkirinê li ber Edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê dan. Pankarta "Em bêdeng namînin, natirsin, serî natewînin" hat hilgirtin. 
 
Her wiha di daxuyaniyê de dowiza "Lêgerîna tazî îşkence ye" hilgirtin. Her wiha dirûşmên "Binçavkirin, girtin û zext serî bi me nikare bide tewandin" û "Lêgerîna tazî îşkence ye"hatin berzkirin. 
 
Di destpêkê de Berdevka Giştî ya SKM Çiçek Otlu diyar kir ku ew ê lêgerîna tazî vala derxin û wê li berxwe bidin. 
 
Piştre Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum da zanîn tê xwestin jin di nava çar dîwaran de bên girtin û got êriş li dijî jinên têdikoşin, tê kirin. 
 
Endama YDK'ê Elif Kaya jî da zanîn Ebru û Deniz tevî lêgerîna tazî bi îşkenceyên wekî din jî rû bi rû mane û got ew ê têkoşîna jinê mezin bikin. 
 
Endama Jinên Kedkar (EKA) Delal Erol jî da zanîn ew ê ji bo hemû girtiyan têbikoşin. 
 
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Partiya Çep a Kesk Çigdem Ozbaş jî got li dijî jinan polîtîkayên şer ên taybet tên meşandin û got wê demokrasî bi ser bikeve. 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 
Piştre jin çûn edliyeyê û giliyê xwe kirin.