SOHR'ê dîmenê texrîbkirina xwezaya Efrînê belav kir

  • 13:07 31 Tebax 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di dîmenekê ku SOHR'ê belav kir de tê xuyakirin komên girêdayî dewleta tirk darên li Gola Meydankê ya Nevçeya Şerayê ya Kantona Efrînê dibire. 
 
Artêşa Tirk û komên wê sûcên li Efrînê û wêrankirina xwezaya wê didomînin. Daran dibirin û dikin komir û li sûkên li herêmên dagirkirî difiroşin
 
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li ser malpera xwe ya fermî dîmenek belav kir. Di dîmen de komên girêdayî dewleta tirk darên li Gola Meydankê ya Nevçeya Şerayê ya Kantona Efrînê dibire. 
 
Li aliyekî din jî bi destên komên girêdayî dewleta tirk, darên zeytûnê bi hinceta firehkirina rêyan û avakirina avahiyên mêtingehiyê dibire.
 
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, hejmara darên xwe ku dewleta tirk û  komên girêdayî wê di dirêjahiya salên dagirkirinê birîne, 44 hezar e. Ji wan 32 hezar darên zeytûnê ne.