Kesê bi îdaya tecawizî zarok kiriye hat binçavkirin serbest hat berdan

  • 13:03 31 Tebax 2022
  • Rojane
MÊRDÎN – Li Kerboranê kesê bi navê  Îlhan Yeşîlmen ku tê îdakirin tecawizî zarokê 12 salî kiriye piştî hat binçavkirin bi du rojan ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan.
 
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê, hat îdakirin ku Îlhan Yeşîşmen (19) tecawizî zarokê 12 salî kiriye. Hat diyarkirin ku bûyera beriya du hefte hatiye jiyîn, piştî kesê tecawiz kir dîmen parvekir aşkera bûye. 
 
Piştî dîmen tê parvekirin bi 2 rojan agahiya malbata zarok ji bûyerê çêdibe. Li ser bertekên malbat û şêniyên kerboranê Îlhan Yeşîlmen tê binçavkirin.
 
Kiryar Îlhan Yeşîlmen piştî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê ve Îfadeya wî tê girtin sewkî dadgehê tê kirin. Li dadgehê piştî ku îfadeya kiryar tê girtin, "Bi şertê kontrola edlî" tê berdan.
 
Nerazîbûnê li hemberî bûyerê li navçeyê berdewam dikin û hat diyarkirin ku malbat dibêje dê îtîrazî biryara berdan kiryar bikin.