Nehiştin şîna Hakan Arslan li Mala Şînê ya gund bê danîn

  • 13:01 31 Tebax 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Zilma li dijî malbata Hakan Arslan bi Edliyeya Amedê sînor nemaye û li gund jî berdewam kiriye. Leşkeran nehiştiye vecîbeyên olî yên Hakan Arslan li mizgefta gund bên kirin û şîna wî li mala şînê ya gund bê danîn. 
 
Ciwanê kurd Hakan Arslan dema qedexeyên derketina derve di sala 2016’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin. Cenazeyê Hakan sala borî di 7’ê sibatê de li taxa Hasirli ya navçeyê hatibû dîtîn û radestî Tipa Edlî ya Amedê (ATK) hatibû kirin. Piştî 7 salan di 29’ê tebaxê de hestiyên Hakan li Edliyeya Amedê di kîsek de radestî bavê wî hatin kirin.
 
Hestiyên Hakan ku di 29’ê tebaxê de di kîs de radestî bavê wî Alî Riza Arslan hatin kirin, di heman rojê de li gundê Çawûş ê navçeya Qereyaziyê ya Erziromê hatin veşartin. Dîmenên radestkirina hestiyên Hakan ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) ve hatin weşandin bûn sedema bertekên mezin. Gelek derdoran bertek nîşanî rêbaza radestkirinê dan û rêxistinên hiqûqî jî giliya rewşê kirin.
  
Derket holê ku zilma li dijî malbata Arslan bi Edliyeya Amedê bi sînor nemaye û li gund jî berdewam kiriye. Li gund leşkeran nehiştiye ku vecîbeyên olî yên Hakan li mizgefta gund bên kirin û şîna wî li mala şînê ya gund bê danîn. Ji ber vê zilma li dijî xwe malbata Hakan Arslan vecîbeyên olî yên li kurê xwe li goristana gund pêk anîne û şîna xwe jî li mala xwe danîne.
 
Têkildarî bûyerê bavê Arslan, Alî Riza Arslan ji Rojnameya Xwebûnê re axivî. Alî Riza, da zanîn ku ji destpêkê ve leşker bi wî re têkilî danîne û jê re gotine ku bila pirsgirêk çênebe û wiha got: “Dema ku me cenaze bir gund nehiştin em vecîbeyên olî li mizgefta gund pêk bînin. Ji ber vê me vecîbeyên olî li ser goristana gund pêk anîn. Her wiha nehiştin ku em li mala şînê ya gund şîna xwe jî deynin. Li ser vê me li mala xwe şîna xwe danî.”
 
Alî Riza destnîşan kir ku dema di kîs de hestiyên kurê wî dane destê wî gelek zora wî çûye û ev tişt anîn ziman: “7 sal bûn kurê min şehîd bûbû. Dema ku şehîd bû 22 salî bû. Dema ku hestiyên kurê min di kîs de dan destê min dinya li serê min geriya. Gelek zora min çû. Rewşa min xerab bû. Xwedê qebûl neke. Bi du biraziyên xwe re hatibûm Amedê. Ji bo ku pirsgirêk dernekeve me agahî neda kesî. Ji ber wê me tenê hestiyên xwe girt.”
 
Alî Riza ji ber ku mêvanên wî hebûn zêde agahî nedan û got ku dayika Hakan Melîke Arslan ji ber rewşê gelek diêşê û ev tişt got: “Me hê dîmenên li ber Edliya Amedê nîşanî Melîkê nedaye. Hevjîna min gelek diêşê. Du roj in nexweş e. Mevanê min hene nikarim gelek biaxivim.”