Li Rojava Yekîneya Jinên Ermenî hat îlankirin

  • 12:34 31 Tebax 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Ermenî yên li Hesekê hatin gel hevdu konferans pêk anîn û Yekîneya Jinên Ermenî ya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ava kirin. 
 
Konferansa Yekemîn a Jinên Meclîsa Civakî ya Ermenî bi dirûşma "Yekîneya Jinên Ermenî piştî 107 salan şûnde ji nû de zindî dibe" li Hesekêya Rojava pêk hat. 150 delege beşdarî konferansê bûn. 
 
Di konferansê de nîqaş hatin kirin. 
 
Di encamnameya konferansê de Yekîneya Jinên Ermenî ya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê hat avakirin. Di encamnameyê de hat gotin ku divê civakeke azad û demokratîk bê avakirin û her milet bikaribe di wê civakê de bijîn. 
 
Di dawiya konferansaê de Anahid Qesebyan, bû seroka Yekîneya Jinên Ermenî ya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê. Serok û cîgirên Hesekê, Qamişlo, Reqa û Derazor hatin hilbijartin.