Dayika ji bo lawê xwe yê girtî dest bi Nobeta Edaletê kir, rakirin nexweşxaneyê

  • 11:20 31 Tebax 2022
  • Rojane
 
AMED - Dayika girtî Kurbanî Ozcan ku bi raporan hate tespîtkirin îşkence lêkirine, Gulan Ateş di roja duyemîn a Nobeta Edaletê de nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê. 
 
Dayika girtiyê edlî Kurbanî Ozcan ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’yan a Amedê bi raporan hate tespîtkirin ku îşkence lê hatiye kirin, Gulan Ateş duh li ber Edliyeya Amedê bi daxwaza tundiya li kurê wê tê kirin bidawî bibe û sewqî Erziromê bibe, dest bi Nobeta Edaletê kir. Gulan di roja çalakiyê ya duyemîn de ji ber nexweş bû rakirin nexweşxneyê. Tedawiya Gulan ku rakirin Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî didome. Hate hînbûn ku dayik bi şev li otogarê maye û ji ber li vir cemidiye nexweş bûye.