‘Em li dijî şer aştî û wekhêviyê dixwazin’

  • 09:03 31 Tebax 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê bal kişandin  ser zext û êrîşên li dijî sîyaset û siyasetmedarên kurd û destnîşan kirin ku li dijî şer aştî û wekhêvîyê dixwazin.
 
Desthîlatdariya AKP û MHP’ê êrîşên xwe yên li dijî kurdan her diçe zêde dikin.  Vê desthilatdariyê li derveyî welêt bi êrîşkirên xwe yên li ser Rojava û Herêma Federe ya Kurdîstanê, li herêmê jî bi êrîşên li ser HDP’ê li dijî kurdan şerekî  topyekûn daye destpêkirin. HDP’ê li dijî van êrîşan demek dirêj e li qadê ye, cûr bi cûr xebatan dike û çalakiyan li dardixe. 
 
Jinên Şirnexê yên ku bertek nîşanî van êrîşên îqtîdara tirk ên li dijî siyaset û siyasetmedarên kurd nîşan dan anîn ziman ku HDP çareseriya gelan e.
 
Ji jinan Behiye Naîl diyar kir ku HDP ne tenê mafên kurdan diparêze, parastina mafên hemû gelên bindest dike û got: “HDP dengê gelan e û ji ber van sedeman li ser HDP’ê hertim êrîş û zext tên kirin. Divê heq, hiqûq û edaletê li Tirkiyê hebe û her kes ji mafê  xwe sûdê bigire. Em dixwazin bi zimanê xwe mafê xwe biparêzin. Çareseriya  pirsgirêkên Tirkiyê HDP’ê ye. HDP di nav Tirkiyê de partiya sêyemîn e.  Lê ji bo ku kurd birêve dibin êrîş û zext lê tên kirin. Rizgariya hemû gelên bindest ên li Tirkiyeyê HDP ye.”
 
‘HDP ji bo aştî û sekeftinê xebatan dike’
 
Behîye, bal kişand ser sîyasetmedarên kurd ên girtî û destnîşan kir ku bi girtina sîyasetmedarên kurd sîyaseta kurdan jî tê darizandin. Behîye, axaftina xwe wiha berdewam kir: “HDP ne ji bo berjewendiyên xwe sîyasetê dike. Ji bo ku kurd jî bikaribin siyasetê bikin niha bi sedan sîyasetmedarên me di girtîgehan de ne. Di nav wan de girtiyên nexweş jî hene. Ne wan tahliye dikin ne jî wan serbest berdidin. HDP ji bo aştî û sekeftina gelan dixebite. Îro di nav Tirkiyê de gava pirsgirêk û aloziyek çêdibe, HDP ji bo çareserkirinê rê û rêbazan dide pêş. Lê ew HDP’ê bi gotinên xwe îlegalîze dikin.”
 
‘Kurd hene û wê hebin’
 
Besna Yildirim jî anî ziman ku bi girtin û kuştinê kurd naqedin û got: “Em jî li pey maf û doza xwe ne. Em dibêjin Kurd hene û sîyaseta kurdan jî heye. Xebatên HDP’ê  berxwedan e. Em bi mîlyonan e û li her derê belav bûne. Ew dixwazin kurd biqedin. Ji dîrokê ve heta îro armanca wan a yekane ev bû. Lê rixmî van hemûyan jî kurdan serê xwe netewandin û hê jî li ber xwe didin. Kurd bi girtin û kuştinê xexlas nabin û dê xelas nebin.”
 
‘Em li dijî şer parastina aştî û wekhêviyê dikin’
 
Herî dawî jî Emîne Ozek axivî û êrîşên li ser sîyaseta kurdan şermezar kir û got: “HDP îradeya Gelê Kurd e. Bi mîlyonan kurd rayên xwe didin HDP’ê namezedên wê hildibijêrin. Lê belê li dijî HDP’ê  sîyasetek dijber tê meşandin. Birêz Ocalan îro di nav tecrîdek giran de ye. Bi vê re gel jî di bin tecrîdê de ye. Şikandina tecrîdê jî bi çareseriyê mimkûn e. Heta ku tecrîd neyê rakirin HDP ji van zextan xilas nabe. Em ji 50 mîlyon zêdetir kurd in, Aştî û wekhêvîyê dixwazin. Em azadiya birêz Ocalan dixewazin. Her wiha azadiya hemû sîyasetmedarên xwe û Aysel Tugluk a nexweş dixwazin. Her çiqas êrîş li ser HDP’ê were kirin jî dê HDP tune nebe û gel dê dîsa l partiya xwe  xwedî derbikeve. Divê em destê xwe bidin hevdû û li dijî van kuştin û qetlîaman derbikevin.”