Çîmen Ataman a di şer de jiyana xwe ji dest da, hat veşartin

  • 08:34 31 Tebax 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Çîmen Ataman a li Sêrtê jiyana xwe ji dest da, li bajarê xwe Şirnexê hat veşartin. 
 
Cenazeyê Çîmen Ataman a YJA Starî ku li Sêrtê di şer de jiyana xwe ji dest da, duh bi şev li Şirnexê hat veşartin. Çîmen di 2'yê Tebaxê de li Herekolê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata wê cenazeyê wê wergirt û ji bo veşêrê bir Şirnexê.
 
Cenazeyê Çîmenê li navçeya Bêşebaba Şirnexê hat veşartin.