Li Şirnexê xebatên mîtînga 1’ê Îlonê

  • 19:55 30 Tebax 2022
  • Rojane
ŞIRNEX – Li navçeyên Şirnexê, xebatên bi boneya 1’ê Îlonê didomin. Gel ji mîtîngê re amade ye.
 
Bi pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê bı dirûşma “Şer mirin e, aştî jiyane, aştiyê biparêzin” li qada Newrozê ya navçeya Silopiyê mîtînga 1'ê Îlone dê bê lidarxistin. Xebatên ji bo mîtîngê bênavber li navend û navçeyên Şirnexê berdewam dikin. Îro jî li navçeyên Şirnexê belavok hatin belavkirin, serdana esnafan hat kirin. 
 
Silopî 
 
Li Silopiyê di çarçoveya xebatan de li caddeya Îpekyolu serdana esnafên hate kirin û belavok hate belavkirin. Parlementera Şirnexê Nuran Îmîr, Parlementera Amedê Remziye Tosun, Hevşaredara HDP’ê Silopî Adalet Fîdan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî bernameye bûn. 
 
Cizîr
 
Li Cizîrê jî rêxistina HDP’ê di çarçoveya xebatên 1’ê Îlonê de serdana bazara li taxa Cudîyê kirin û belavokên ji bo vexwendina mîtîngê belav kirin. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên HDP’ê navçeya Cizîrê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî bernameyê bûn. 
 
Hezex
 
Rêxistina HDP’ê navçeya Hezexê, di çarçoveya xebatan de serdana esnafan kir û bi gel re civiyan. Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş, aktîvîsten Tevgera Jinên azad (TJA), endam û rêveberên rêxsitina HDP’ê ê Hezexê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî bernameye bûn. Belavok hatin belav kirin.