Li Wanê jinekê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 15:48 30 Tebax 2022
  • Rojane
WAN - Li Navçeya Rêya Armûşê jina bi navê  Rukiye Gokay bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.
 
Li taxa Şafak a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jina bi navê Rukiye Gokay a 41 salî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahyên ku hatin bidestxistin, hat diyarkirin ku di 28'ê Tebaxê roja Yekşemê xizmên Rukiye agahî dane tîmên tendirustiye û di lêkolîna hatiye kirin de hatiye diyarkirin ku Rukiye jiyana xwe ji dest daye.
 
Piştî otopsiya hat kirin hat diyarkirin ku cenazeyê Rukiyeyê radestî malbata wê hatiye kirin û li goristana taxê hatiye definkriin.
 
Jin çûn şîna Rukiye
 
Ji bo Rukiyeya ku hat îdakriin ber bi întîharê ve hatiye birin li camiya taxê şîn hat danîn. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan Partiya  Demokratîk (HDP) û endamên Komeleya Jinan a Starê çûn şîna Rukiye.
 
Herwiha hat diyarkirin ku ji ber mirina bi gûman a Rukiyeyê mala wê dibin dorpêça polîsan de ye. Lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin jî berdewam dike.