Desteya Perwerde û Fêrbûnê ya Herêma Firatê li dijî êrîşan meşiya

  • 14:00 30 Tebax 2022
  • Rojane
KOBANÊ- Desteya Perwerdê û Fêrbûnê ya Herêma Firatê, bi dirûşma “Em bêdengî û Hevkariya Hêzên Gerantor ên bi dewleta Tirk re şermezar dikin” li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li darxist.
 
Bi sedan ji şêniyên Herêma Firatê, li dijî gef,êrîş û topên dewleta tirk a li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya Desteya Perwerdê ya Herêma Firatê de bi dirûşma “Em bêdengî û Hevkariya Hêzên Gerantor ên bi dewleta Tirk re şermezar dikin”  herkîn qadan. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan,wêneyên tekoşerên azadiyê, alên Yekîtiya Jinên Ciwan,Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyeyê,Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM),Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD) û Rêxistina Kongereya Star, Pankartên bi nivîsa “Erdogan hêviyên me dikûje”, “Erdoxan pêşeroja me binpê dike” û “Ev ax axa me ye” hatin hildan. Tevahî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê tevli meşê bûn. Meşa ji Qada Jina Azad destpêkir bi berzkirina dirûşmên  “Qatîl Erdogan” ber bi Dibistana Şehîd Sîdo ve berdewam kir. Gerse piştî ku rawestiya ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyekê rêz girt û paşê li ser navê Desteya Perwerdê û Fêrbûnê ya Herêma Firatê û Rêxistina Kongereya Star daxûyanî hat dayin.
 
Di daxûyaniya hevpar a Desteyê Perwerdê û Fêrbûnê ya Firatê û Rêxistina Kongereya Star de wiha hate gotin:
 
“Di demên dawî de dewleta Turk, pîvan û nirxên mirovahiyê , yase û mafên gelan binpê kir û hemû qanûn ,misogername û belgenameyên netewên yekbûyî piştguh kirin.  Ev hemû kiryarên ku dewleta Turk pê radibe mîras û rêbazên Împeriatoriya osmanî ya ku di dema hilweşandina xwe de gelek komkujî bi serê gelên herêmê yên resen çi kurd, ereb, ermem, aşur û suryan ve anîn. Dewleta turk îro roj heman kiryaran ji aliyê çandî, civakî, aborî û siyasî ve bi serê gelê me dike. Zarokên li dibistanên me armanc digire û wan dike qurbaniyên hişmendiya xwe ya qirêj .
 
Em jin van kiryarên hovane şermezar dikin
 
 Em wekî jin li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê van kiryarên hovane yên dewleta tirk şermezar dikin, Bi taybet jî sûcên hovane yên herî dawî li dijî jinên tekoşer û siyasetmedar tên kirin. Wan jinan ji destpêka şoreşa 19 ê tîrmehê de nûnertî û misogerkirina vîna jin û civakê kirin. Em bi navê jinên Bakur û rojhilatê Suryayê bang li Rusya û Emerîka yên ku hevpeymana agirbestê bi Tirkiyeyê re di sala 2019 an de imze kirin dikin ku rê li ber Tirkiyeyê bigirin û li hemberî biryara xwe rêzdar bin. Di heman demê de em bang li neteweyên yekbûyî û civakên navdewletî dikin ku berpirsyariyên xwe bigirin ser milê xwe û dagirkirin û destwerdanên dewleta Tirk di xaka Bakur û Rojhilatî Suriyeyê de  bi dawî bikin. Em wekî jin sersaxiyê ji xwe û malbatên şehîdên ku bûn qurbaniyên belafirên keşfê re  dixwezin. Em  soz didin ku em ê li ser şop û xeta şehîdan bin ji ber ku ew rêberên tekoşîna me ne.”