Malbatên girtiyan: Em naxwazin înfazên zarokên me bên şewitandin

  • 13:47 30 Tebax 2022
  • Rojane
AMED - Malbatên girtiyan çalakiya xwe li ber Girtîgeha Amedê berdewam kir û diyar kirin ku bila girtiyên wan nemirin û heqên wan were dayîn. Her wiha malbatên girtiyan gotin:"Em naxwazin înfazên zarokên me bên şewitandin."
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan di roja 287'de berdewam kir. Malbat li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê hatin gel hev û daxuyanî dan. 
 
Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.
 
'Em naxwazin înfazên zarokên me bên şewitandin'
 
Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş ê 29 sal in di girtîgehê de Abdulselam Guler, Încî Guler axivî. Încî bi lêv kir ku êdî bila girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest nedin û îro dayik bi gotina “bila zarokên me nemirin” diqîrin.  Încî anî ziman ku Wezareta Dadê bi çavekî dijminatiyê li malbatan û girtiyan dinêre û wiha got: “Ya ku em dibêjin qirîna dayika ne, ew dayik jî dibêjin bila zarokên me bînin nêzî me. Êşa zarokan şewateke di dilê dayikan de ye. Bila bi çavekî dijminatiyê li zarokên me nenêrin, bila bi çavekî mirovahî li zarokên me binêrin. Qanunên xwe pêk bînin. Roj û saet mane ku girtî were berdan lê tên ji me re dibêjin cezayê wan 6 mehan hat taloqkirin. Em van tiştan naxwazin û tu kes ser soza xwe nasekine. Em naxwazin zarokên me bimirin û infazên wan were şewitandin.”