TJA'yê bertek nîşanî êrişên li ser Mexmûrê da
- 13:41 30 Tebax 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Mexmûrê da û bang li Neteweyên Yekbûyî kir.
Do Tirkiyeyê Mexmûra girêdayî Mûsûla Kurdistana Federe bi SÎHA'yan bombeberan kir. Li mala hat bombekirin Evizêt Abdullah Abid birîndar bû. Evizêt Abdullah Abid ê ku rakirin nexweşxaneya Geyarê jiyana xwe ji dest da.
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi parvekirina li ser hesabê xwe yê tiwittirê bertek nîşanî êrişan da û got:"Dewleta tirk a dagirker dîsa bi hevkariya PDK'ê êrişî welatiyên Mexmûrê kir. Bi vê êrişa dermirovî bi van êrişên her tim tên kirin gelek mirovî jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Em êrişa li ser jinên kurd û gelê kurd şermezar dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî dikin."