Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome

  • 11:47 30 Tebax 2022
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 540'î ya çalakiya Nobeda Edaletê de gotin:"Ev têkoşîn keştiyeke edaletê ku 500 roj in diçe ye."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 540’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber girtina saziyên fermî ya ji ber 30’ê tebaxê, nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand. 
 
'Ev têkoşîn keştiyeke edaletê ku 500 roj in diçe ye'
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi wêneyê Emîne Şenyaşar ê di bin dorpêça polîsan de hatiye kişandin re ev peyam parve kir: “Li erdnîgariyeke ku edalet lê kêm tê bicihanîn de mafdarbûyîn têrê nake. Ya girîng ew e ku mirov mafdarbûyîna xwe ji mirovan re vebêje. Dayikê soz daye ku dengê xwe ji herkesê re ragihîne. Ev têkoşîn keştiyeke edaletê ku 500 roj in diçe ye. Keştî wê zû an dereng bigihêje bendergehê.”