ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2022'YAN

  • 09:00 30 Tebax 2022
  • Rojev
 
*Yek ji parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Eskîşehîrê Pinar Çelîk Arpaci da zanîn ku hîna mevzuata ku Peymana Stenbolê di meriyetê de ye heye û got: “Merciyên siyasî jinan hedef digirin. Ji ber vê jî şîdeta mêr zêde dibe. BI DÎMEN 
 
*Salîha Aktar ku hevjîna Uzeyir Kurt ê di 1993'yan de di bin çavan de hatiye windakirin e bi minasebeta 30'ê  Tebaxê Roja Windayan a Cîhan bal kişand ser rojê û  got: " Dayika wî bi hesereta kurê xwe jiyana xwe ji dest da û zarokên wî jî bi hesreta ku goreke bavê wan hebe ne. Bila winda bên dîtin û kiryarên wan bên cezakirin."  BI DÎMEN 
 
*Cîgira Desteya Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir bal kişand ser 1'ê Îlonê û got: "Dewletên ku berjewendiyên xwe diparêzin li dijî gel û civakê tevdigerin û li ser vê axê mafên mirovan bin pê dikin. Ji ber vê jî mirov dikare bêje ji bo aştiyê heta niha pratîkeke şênber nehatiye nîşandan. Lê têkoşîna me dê ji bo aştî û azadiyê bidome." BI DÎMEN 
 
* HDK  piştî ‘Nîqaşên Havînê’ wê di meha cotmehê de bi sernavê ‘Nîqaşên jinan’ bê gel hev. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr da zanîn ku ber bi Lijneya Giştî di nokteya diyarkirina polîtîkayên der barê siyaseta cîhanê û rêxistibûnê de hewce bi xebatên wisa heye û banga bilindkirina têkoşînê kir.
 BI DÎMEN