Gelê Mexmûr li dijî êrîşên dewleta Tirk daxuyanî da

  • 15:58 29 Tebax 2022
  • Rojane
 
MEXMÛR - Gelê Wargeha Penaberan a Mexmûrê derbarê  êrîşa îro ya dewleta Tirk ya bi balefira bê mirov û bi çek mala yek ji şêniyên wargehê yê bi navê Ebû Zêd Abdullah Abid ku bavê 6 zarokan bû kir hedef û di encam de Ebû Zêd Abdullah Abid jiyana xwe ji dest da dedaxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwazE îradeya gelê wargehê bişkêne, lê belê ev gel tu caran ji doza xwe gavê şûnde na avêje.
 
Balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk saet li dora 12:40’an de bombe li mala yeke ji şêniyê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ê bi navê Ebû Zêd Abdullah Abid ku bavê 6 zarokan e barand. Di encama  êrîşê de Ebû Zêd Abdullah Abid birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Giyara. Lê ji ber giraniya birîna wî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Di derbarê êrîşa dewleta Tirk ya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê gelê Mexmûrê li ber deriyê mala Ebû Zêd Abdullah Abid daxuyanî da çepeneniyê.
 
Di daxuyaniyê de hevserokê Meclîsa Gel ya wargeha penabera a Mexmûrê Yusuf Kara axivî û di destpêka axftina xwe de êrîşên dewleta tirk ên li ser Wargeha Mexmûrê şermezar kir û got: “ Dewleta tirk dijminê xwînmij bi hevkarên xwe re ji bo vê wargehê belav bikin, têk bidin ji îradeya wê bixin komployên bi vî awayî pêk tîne. Ji ber wê em carek din bang li mirovahiya pêşverû, li Kurdistanî, rayedarên Îraqê Netewên Yekbûyî dikin û dibêjîn hûnê bi me gav nedin paşdeavêtin û em ê  têkoşîna Ebûzêd b parêzin û xwîna Ebûzêd li erdê nehêlin. Em soz didin heta yek ji me bimîne jî em ê şopdarên têkoşîna Ebûzêd bin. Em careke din dibêjin ev êrîşa nemerdane ya bi destûra dewleta Îraqê,  hikumeta Kazimî û bi destê dewleta Tirk pêk hatî, em rûreş û şermezar dikin.
 
Em dizanîn ji 300 kilometreya dûrî sînorên wan tên êrîşî xaka wan dikin.  Em bang li raya giştî ya Kurdistanê dikin, divê li beramberî van êrîşên nemerdane rabin ser piyan û bêjin êdî bese. Ji bilî me kesek nikare xwedî li me derbikeve.”   
 
Daxuyanî bi diruşmên "Şehîd Namirin", "Bimre Îxanet’, "Tolhildan" bi dawî bû.