Li Mexmurê balafira dewleta tirk êrîş kir: Kesekî jiyana xwe ji dest da
- 13:12 29 Tebax 2022
- Rojane
NAVENDA MÛÇEYAN - Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk bombe li malkek Wargeha Mexmur barand. Di encama êrîşê de xwediyê malê yê giran birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk bombe li malkek wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur) barand. Li gorî nûçeya di Rojnewsê de hat weşandin xwediyê malê Evîzêt Abdullah Abid ê ku giran birîndar bû jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ku şêniyên wargehê li ber derê mala Evîzet kom bûne.