ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2022'YAN

  • 09:00 29 Tebax 2022
  • Rojev
 
*Bi pêşengiya HDP’ê bi dirûşma "Şer dide windakirin, aştî dide qezenckirin" ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê mîtîngê pêk bîne û xebatên ji bo mîtîngê bi lez didomin. Jinên Wanê ji bo mîtîngê banga tevlibûnê kirin. DÎMEN HEYE
 
* Jinên Îzmîrê pirsa "Hûn dikarin sepeta xwe tije bikin?" bersivandin û gotin: "Teqawît bi 3-4 hezarî çawa debara xwe bike? Kartola ku berê xwarina xizanan bû niha bûye ya dewlemendan. Êdî em nikarin biçin bazarê jî. Ji wê yekê berpis dewlet e." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka TUHAY-DER’ê Edîbe Babur da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yekane kesê ku aştiyê bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn e û ji ber vê mîsyonê jî tecrîd her diçe giran dibe. BI DÎMEN 
 
*Rêxistina HDP'ê yê Şirnexê bi beşdarbûna parlementerên HDP'ê yê Şirnexê li navçeyên Şirnexê de ji bo 1'ê îlonê serdana esnafan bikin û belavokan belav bikin.(11.00-17.00) BI DÎMEN