Li Dêrsimê tacîza leşker û polîsan hat şermezarkirin

  • 16:11 28 Tebax 2022
  • Rojane
 
DÊRSIM - Komeleya Hevgirtinê ya Jinan a Yenîgunê ya Dêrsimê tekildarî taciza çawişê pispor ê li ser welatiyan ku bertek nîşani kesön jin tacîz kirin dabûn, gule barandin, daxûyanî da û got: “Li bajarê me taybetî jî jin bi awayekî sîstematîk ji aliyê polîs û leşkeran ve tên tacîzkirin.”  
 
Komeleya Hevgirtinê ya Jinan a Yenîgunê ya Dêrsimê tekildarî taciza çawişê pispor a duh bi şev hatiye jiyîn daxuyaniya nivîski da û ev tişt gotin: “Li bajarê me di nava saeteke rojê de xwîşkeke me rastî tacîzê tê, piştre berê çekê didin wê û gule dibarînin. Ev hovîtî ye. Ev bûyer ne nû ye û polîs û leşker dizanin ku wê tiştek bi wan neyê. Em vê ji destdirêjiya li Îpek Er a ji aliyê çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku destdirêjî kir û digot ‘tiştek bi min nayê’ dizanin. 
 
'Em ê bûyerê bişopînin'
 
Em ji serlêdanên li komeleya me tên kirin dizanin ku li bajarê me bi taybetî jî li jinên tacîza sîtematîk a polîs û leşkeran tê kirin. Nayê qebûlkirin ku ev kesên bi hêzên di destê xwe de jinan ditirsînin, pêşiyê li giliyên wan digirin û xwe bi mertalên dewletê diparêzin, bibin berpirsê ewlehiya gel. Em dibêjin  ku em ê piştgiriyê bidin xwîşka xwe ya ku hatiye mexdûrkirin. Em ê bibin şopdarê bûyerê. Li dijî polîtîkayên li heber jinên bajarê me tên meşandin jin ne bi tenê ne. Bajarekî ewle ku di her saeteke rojê de karibe lê bêgerîn dê bi têkoşîna jinê ya bi rêxistinkirî bê avakirin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî her cure tundiyê bibin yek.”