Bangawaziya ji bo mîtînga 1'ê Îlonê: Bi tifaqbûnê dê aştî pêk bê

  • 09:05 28 Tebax 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak 
 
ŞIRNEX - Siyasetmedarên jin ên li Şirnexê banga tevlîbûna mîtînga 1'ê Îlonê ya ku dê li Silopiyê bê lidarxistin kirin û gotin: "Ji bo pêkanîna aştiyê divê sereke yekitiya kurd pêk bê. Bangawazî ya me ji tevahî gelên Botanê ew e ku li dijî şer dakevin qadan." 
 
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Şer mirin e, aştî jiyan e. Aştiyê biparêze” dê li navçeya Silopiya Sirnexê mîtîng bê lidarxistin. Mîting dê li qada Newrozê bi beşdariya Hevserokê Giştî ya HDP’ê Mîthat Sancar û parlementerên HDP’ê yên herême were lidarxistin. Ji bo mîtîngê xebat hatin destpêkirin. 
 
‘Ji bo aştiyê em ê li qadan bin' 
 
Ji komîteya Amadekar a Mîtîngê Suzan Aşkin ji bo mîtîngê axivî û diyar kir ku aramî û wekhêvî bi aştiyê pêkan e. Suzan, wiha axivî: "Em ji bo gelê xwe, ji bo girtiyan û ji bo hemû jinên ku hatine qetîlkirin aştiyê dixwazin. Girîngiya mîtînga me jî ew e ku em li ser wan babetan daxwaza xwe ya aştiyê biqîrin. Di 1’ê Îlonê de ji bo daxwaza aştiyê gelek bername hene, lê belê li Şirnex û Wanê de mîtingên girseyî dê werin lidarxistin. Bêguman girîngiya van herdû bajaran jî hene. Ji ber ku em di pêvajoyek giran re derbas dibin û di rojeva me de şera ku li dijî kurdan tê meşandin heye. Lewra em ê ji bo aştiyê li qadan bin." 
‘Aştî bi şikandina tecrîdê bi pêkan e’
 
'Pêdiviya gel bi aştiyê heye'
 
Suzan, diyar kir ku di 6 mehên dawiyê de li hemberî hebûna Gelê Kurd şereke giran heye û wiha bi lêv kir. "Bi vî şerê re li hemberî Gelê Kurd tecrîdeke giran tê meşandin. Ev tecrîd jixwe di şexsê birêz Ocalan de dest pê kir û belavî tevahiya Rojhilata Navîn bû. Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe tecrîda li ser gelan jî ranabe.  Lewra pêdiviya vî gelî herî zêde bi aştiyê heye. Ji bo aştiyê divê rabin ser piyan."
 
'Bi destê dewletê komkujiyeke mezin heye'
 
Suzan, di dawiya axaftina xwe de wiha bang li jin, dayik û ciwanan kir: "Ji bo şer raweste û xwîn neyê rijandin divê helwestek bê nîşandan. Her wiha em ê li li dijî polîtîkayên şer ên taybet  li qadan bin. Li Şirnexê kuştina jinan heye û ev komkujiyeke mezin e û bi destê hêzên girêdayî dewletê ve pêk tê. Em ê li dijî polîtîkayên şer ên taybet ên ku jinan hedef digire li qadan dengê xwe bilind bikin."
 
‘Ji bo pêkanîna aştiyê tîfaqa kurdan divê’
 
Endama Meclîsa Şaredariya HDP’ê yê Silopî Besî Cevîz jî axivî, da zanîn ku Gelê Kurd êdî zilm û bindestiyê qedûl nake û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo pêkanîna aştiyê bi sala ne bangewazî tê kirin. Lê belê em çiqas dibêjin aştî û wekhêvî ew dibêjin neyartî û şer. Bi sala ne li hember gelê me zilm, bindestî û zordestî heye. Em êdî vî zilm û bindestiyê qebûl nakin."
 
'Li dijî şer tevlî mîtîngê bibin' 
 
Besî, da zanîn ku ev salek û 6 meh in li hember Herêma Federal a Kurdistanê êrişek heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hemû herêm bandora xwe ji şer digire. Dayik, jin û ciwan li dijî şer her tim li ber xwe didin. Ji bo pêkanîna aştiyê divê sereke yekitiya kurd pêk bê. Bangawazî ya me ji tevahî gelên Botanê ew e ku li dijî van pirsgirêk û aloziyan, li dijî şer tevlî mîtînga 1'ê Îlonê bin."