ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2022'YAN

  • 09:00 28 Tebax 2022
  • Rojev

 
*Li Wanê jinên di firinan de dixebitin diyar kirin ku çewalê ard ku berê bi 70 TL digirtin niha bûye 600 TL û tonek êzing jî bûye 30 hezar TL. BI DÎMEN
 
*Desthilatdariya AKP’ê der barê şîdet û qetilkirinên jinan de de tu tedbîrê nagire. Vê careke din hişaryariya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji bo girîngiya azadiya jinê anî rojevê. Abdullah Ocalan bi salan berê gotibû "AKP ji bo jinan xetereyek mezine. Jin dibe ku azadiya îro dîtin sibê lê bigerin.”  
 
*Du dayikên ku hemû cîhan dibîne lê çapemenî ditirse bibîne. Ev dayik bi îşkenceyên li ser bedena xwe her hefte bi inyat diçin çalakiya xwe û yekane gotina li ser zimanê wan ‘Em natirsin’ e. MEDYA KRÎTÎK
 
*Navenda Çanda Biharê zêdetirî 20 sal in ji bo jin, ciwan û zarokan xebatên çand û hunerê dimeşîne, rêvebera navendê Sevda Adirbellî, diyar kir ku li hemberî xebatan eleqeyek mezin tê nişandan û got: "Her dem û her demsalî xebatên me yên taybet hene. Bi xebatên wisa hem em û hem jî gel bi tevlîbûna xwe xwedî li ziman, çand û hunera xwe derdikevin." BI DÎMEN 
 
* Siyasetmedarên jin ên li Şirnexê banga tevlîbûna mîtînga 1'ê Îlonê ya ku dê li Silopiyê bê lidarxistin kirin û gotin: "Ji bo pêkanîna aştiyê divê sereke yekitiya kurd pêk bê. Bangawazî ya me ji tevahî gelên Botanê ew e ku li dijî şer dakevin qadan."