Îtîrazên der barê şewitandina înfazan de hatin redkirin

  • 09:04 26 Tebax 2022
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Stenbolê Berîvan Bekçî der barê şewitandina înfazan de axivî û da zanîn ku îtîrazên heta îro hatine kirin ji sedî 60 hatine redkirin.
 
Binpêkirinên mafan roj bi roj zêde dibin û di pêvajoya dawî de yek ji binpêkirinên herî zêde tên jiyîn şewitandina înfazan e. Bi hincetên cuda ji bo girtiyan biryara ‘rewşa baş tune’ didin û bi biryarên Lijneya Şopandin û Îdarî înfaz tên şewitandin.  Rayagiştî, rêxistinên civaka sivîl û parêzer li her derê îtîrazên xwe dikin û dibêjin bila înfaz bidawî bin.
 
 Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Berîvan Bekçî da zanîn ku tu aliyê hiqûqî, ahlaqî û mirovahî yê van înfazan tune ye.
 
'Biryara dadgehê lijneyê diyar dike'
 
Berîvanê da zanîn ku girtiyên ku cezayên xwe beşek derbas kirine û piştre ji ber rewşa tendirustiya xwe nikarin jiyana xwe bidomînin îmkan heye ku bi şert bên berdan. Lê li ge ku ev îmkan heye jî bi hinceta rewşa tune ye tên girtin. Berîvanê wiha vegot: “Lê di pêkanînên de rewşên me di qanûnê de rêz kirine pêk nayên. Ji meha Çileyê 20212  heta niha em li girtîgehan şahidiya pêkanînek nû dikin. Lijneya Şopandin û Îdarî ya li girtîgehan ava bûye, biryara rewşa baş a girtiyan dide. Ev lijne di heman demê de xespa rayeyê ye. Lê biryarên didin tên cih. Ew berê ji dadgeran re dibêjin helwesta vî kesî ev e. Ji ber biryara liljneyê jî serlêdanên tên kirin tên redkirin.”
 
'Êrîşa li hember rumetê'
 
Berîvanê destnîşan kir ku pandemiyê wek hincet nîşan didin û hinek aktîvîsteyên civakî nayên kirin. Lê ji bo biryara rewşa baş bê dayîn netevlibûna van bernameyan ferz tê kirin û got: “Tevî bername bi sînor tên kirin jî di biryarên lijneyê de hinceta rewşa baş wekî tevlinebûna van bernameyan tê destgirtin. Em dibînin ku ev lijne bi kêfî tevdigere. Ji ber rewşa baş înfaz tên şewitandin. Tevî kes salek ceza dikare li derve bi kontrol derbas bike jî nayên tahliyekirin. Girtiyên vê qebûl nakin jî ber cezayên dîsîplînê nayên tahliyekirin. Ev êrîşek li hember rumeta mirovahiyê ye.”
 
'Wekê ku cezayê hucrê girtiye tê nîşandan'
 
Berîvanê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Cezayên dîsîplînê jî dibin sedema şewitandina înfazan. Sê cezayên hucreyê dibin sedema şewitandina înfazê. Girtiyên cezayê hucrê negirtine jî wekê ku girtî ne nîşan didin û înfaz tê şewitandin. Bi şewitandina van înfazan jî şewisandin û înkar tê armanckirin. Polîtîtîka bêcezakirinê mijara gotinê ye.  Girtiyên rewşa wan nebaşe û nikarin jiyana xwe îdianame bikin jî rastî şewitandina înfazê tên. Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibin.  Tu aliyê vê yê hiqûqî tune. Bi raporên ATK’ê pêşî li tahliyeya wan tê girtin. Ev êrîşek li dijî mafê jiyanê ye.”
 
'Em şopdarê pêvajoyê ne'
 
Berîvanê di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Roj bi roj şewitandina înfazan zêde dibe. Di encama agahiyên malbatan de em agahdar dibin. Li gorî agahiyan herî zêde li Tekîrdag û Sîlîvriyê şewitandina înfazan tê jiyîn. Li Edîrneyê jî nû nû em dibîhizin. Parêzerên OHD’ê bi rêk û pêk diçin serdanan. Parêzer li cihên pêwist serlêdanê dikin. Pêvajoyê dişopînin. Ji sedî 60 înfaz tên şewitandin. Emê şopdarê pêvajoyê bin.”