Li Girtîgehan binpêkirinên mafan roj bi roj zêde dibin

  • 09:03 26 Tebax 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Xizmên girtiyên ên ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Jinan a Şakranê bi pêkanîna ku divê qerta bestikê bikin stûyê xwe  hatin rû hev. Xizma girtiyan Dîren Eren bertek nîşanê rewşê da û got: “Em vê pêkanîna biçûkxistinê qebûl nakin. Ger em li dijî vê dernekevin wê zextên cuda jî pêk bên.”
 
Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û ligel vê li hember malbatên girtiyan jî zext zêde bûne. Di 22’ê Tebaxê de di hevdîtina vekirî ya li girtîgeha Jinan a Şakran ya Îzmîrê gardiyanan qerta bestikê dan xizmên girtiyan ku bikin stûyê xwe. Her wiha gardiyanan zor li malbatan kir û tehdîda wê cezayê hevdîtinê bidinê kirin. Dîren Eren ku 5 sale diçe hevdîtina girtiya bi navê Guler Bîlen,  der barê van pêkanînan de axivî. 
 
Qert hat ferzkirin
 
Dîrenê destnîşan kir ku ev 5 sale diçe girtîgeha Jinan a Şakranê û daxuyakirin ku pêkanînên ku berê tunebûn hatine destpêkirin û wiha daxuyand: “Berê di şertên normal de me qert dikirin destê xwe. Lê di hevdîtina dawî de gotin bikin stûyê xwe û ferz kirin. Hincet nîşan nedan û gotin ‘ev qanûn ji xwe hebû pêk nedihat’. Gotin ‘hun nekin stûyê xwe wê cezayê hevdîtinê bidin we’.Di vê mijarê de hinek alozî derket lê piştre li hev kirin. Ev rewşeke ku rumeta mirovan dişkîne ye. Tu wateya ku em vê qertê bikin stûyê xwe tune ye. Qeyda retînaya çav tê girtin, nasname tên girtin, em di alava X-ray de derbas dibin. Her cureyê zilmê tê kirin. Em vê biçûkxistinê qebûl nakin.”
 
‘Em li berxwe nedin wê zext zêde bibin’
 
Dîrenê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji zextên li girtîgehê yên li ser girtiyan encamekê nagirin û vê carê dixwazin bi zextên li ser malbatan encamê bigirin û wiha dawî lê anî: “Malbatên girtiyan ji ber çûyîn û hatinê bûne xwedî hişmendî. Wisa ne hêsane. Hewl didin yên hember xwe biçûk bixînin. Lê divê em li berxwe bidin.  Ger ku em şûnde gavê bavêjin wê zext zêde bibin.”