ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN

  • 09:00 26 Tebax 2022
  • Rojev
 
 
*Hevseroka HDP’a Bazidê Gonul Ozturk binpêkirinên mafan ên di pêvajoya binçavkirin û girtinê de vegot û da zanîn ku li hember siyasetmedarên jin zextên taybet pêk tên. Gonulê da zanîn ku piştî tahliye bûye xebatên xwe meşandiye û wê hîn zêdetir xwe bigihinin jinan. DÎMEN HEYE
 
* Xizmên girtiyên ên ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Jinan a Şakranê bi pêkanîna ku divê qerta bestikê bikin stûyê xwe  hatin rû hev. Xizma girtiyan Dîren Eren bertek nîşanê rewşê da û got: “Em vê pêkanîna biçûkxistinê qebûl nakin. Ger em li dijî vê dernekevin wê zextên cuda jî pêk bên.” DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Stenbolê Berîvan Bekçî der barê şewitandina înfazan de axivî û da zanîn ku îtîrazên heta îro hatine kirin ji sedî 60 hatine redkirin. DÎMEN HEYE
 
*Jinan balkişandin ser qetilkirina jinên li Kurdistanê  ji aliyên leşker, polîst û cerdevanan ve tên qetilkirin û banga mezinkirina piştevaniyê kirin û gotin: “Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet mekanîzmayên parastina cewherî pêş bixînin.” DÎMEN HEYE
 
*Tenê daxwazeke Ebrû Tîmtîk hebû; darizandineke adilane, lê belê rayedarên dewleta Tirk xwe bêdeng kir heta mirina wê. Piştî mirina wê cezayê wê xera kirin. Hevpîşeya wê Çîgdem Akbulut, diyar kir ku Ebrû ji bo jiyanek wekhev û azad her tim di nav têkoşînê de bû. BI DÎMEN