Li Girtîgeha Aydinê girtiyekî bi gûman jiyana xwe ji dest da
- 16:02 25 Tebax 2022
- Rojane
AYDIN - Hat îdiakirin ku ciwanê bi navê Firat Çaglayan di tuwalet qawîşa xwe de bi benê solê xwe kuştiye.
Hat îdiakirin ku girtiyê edlî yê bi navê Firat Çaglayan (28) ê li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê tê ragirtin, duh bi şev di tuwaleta qawîşa xwe de xwe kuştiye. Girtîgehê serê sibê agahî da malbatê û îdia kir ku kurê wan xwe bi benê solê kuştî ye. Cenazey Firat ji bo karûbarên otopsiyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Zanîngeha Adnan Menderes a Aydinê. Cenazeyê Frat dê piştî karûbarên otopsiyê li Goristana Ovaeymîr bê veşartin.
Serdozgeriya Komarê ya Aydinê têkildarî mirina biguman, lêkolîn da destpêkirin.