Ji 'Nobeta Edaletê' ya Îzmîrê: Bila girtiyên nexweş bên berdan

  • 16:01 25 Tebax 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li ber Edliya Bayrakliyê pêk hat. Malbatên girtiyan banga serbestberdana girtiyên nexweş kirin. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Îzmîrê 104 roj in didome. Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan îro li ber Edliya Bayrakliyê kom bûn. Malbatên girtiyan berdilkên li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî”,  “Girtiyên nexweş berdin" hatî nivîsin li xwe kirin. Dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan”, “Heq, hiqûq, edalet" û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Balçova û Foçayê tevlî nobetê bûn. 
 
Dayika Nezîr Gumuş ê ku li Girtîgeha Bandirma ya Balikesirê girtiye Hanîfe Gumuş axivî û got: "Dê di her şert û mercan de çalakiya xwe dê bidomînin. Em daxwaza bidawîkirina zilmê dikin. Zarokên me li girtîgehan nexweş dikevin. Di serî de Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş divê serbest bên berdan. Mafê zarokên me tê binpêkirin. Nahêlin bi telefonê jî hevdîtinê bi me re bikin. Ji bo girtiyên edlî mafê hevdîtina bi dîmen a telefonê tê dayîn, lê hevdîtina me jî tê astengkirin. Em tenê edaletê dixwazin." 
 
Remziye Baltaş a endama HDP'ê jî da zanîn ku divê di serî de Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan û wiha axivî: "Ev welat welatê me hemûyan e. Kurd welatiyên vî welatî ne. Divê ji hemû mafan sûdê bigirin. Her roj rojnameger û siyasetmedar tên girtin. Divê kesên ku tên girtin serbest bên berdan. Dayik her demê qala pêkanîna edaletê dikin. Tenê mafê ku ji bo herkesî derbasdare dixwazin. Îqtîdar ji bo xwe naxwaze dawî li şer bê. Kesên ku welat talan dikin wek mirovekî bi rûmet tê dîtin û yên parastina vî welat dikin jî tên girtin."