Çalakiya rûniştinê ya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 11'an de ye

  • 15:55 25 Tebax 2022
  • Rojane
 
DENÎZLÎ - Dayika girtiyê nexweş Ekîm Polat, Songul Îlker bi armanca şermezarkirin netedawîkirina kurê xwe, li pêşiya Girtîgeha Denîzliyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribû, çalakiya Songulê di roja 11'an de berdewam dike.
 
Rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, roj bi roj giran dibe. Dayika Ekîm, Songul Îlker ji bo ku kurê wê were tedawîkirin bi rojan e li ber Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê di çalakiya rûniştinê de ye. 
 
Songul a ku di roja 11'emîn de çalakiya xwe berdewam dike wiha got, “Bila astengiyên li pêşiy tedawîkirina kurê min bên rakirin. Bila hewla kuştineke din nekin. Bila qetleke din nekin û hem ji bo kurê min hem jî ji bo girtiyên din mafê tedawîkirinê bê dayîn."