Odeya Bijîşkan a Rihayê bi malbata Şenyaşar re di nobetê de ye

  • 15:31 25 Tebax 2022
  • Rojane
 
RIHA - Odeya Bijîşkan a Rihayê ji bo piştevaniyê tevlî çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar bû û gotin: "Tevî ku dîmen û îfadeyên hempîşeyên me yên tenduristiyê hene jî, zêdeyî 4 sal in bêedaletî dewam dike."
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 535’an de berdewam kir. Odeya Bijîşkan a Rihayê serdana malbatê kir. 
 
Sekreterê Odeya Bijîşkan a Rihayê Firat Erkmen di serdanê de axivî û got: “Em îro di roja 535’emîn de ji bo piştgiriyê bidin malbatê weke Odeya Tabîban a Rihayê li vir in. Tevî ku di ser bûyerê re 4 sal derbas bûne jî daxwaza edaletê ya malbatê nîşaneya wê yekê ye ku di dozê de edalet pêk nehatiye. Tevî ku 4 sal bi ser re derbas bûne jî girtinên nû yên têkildarî komkujiya li nexweşxaneyê pêk hatin, gumanên di bûyerê de nîşan dide. Nexweşxane cihên ku şifa li mirovan tên belavkirin e, lê li pêş çavên kedkarên tenduristiyê komkujiyeke giran hat kirin. Tevî ku dîmen û îfadeyên hempîşeyên me yên tenduristiyê hene jî, zêdeyî 4 sal in bêedaletî dewam dike. Ji bo tundiya li tenduristiyê biqede, em xebateke cidî dimeşînin. Serpêhatiya malbatê li Tirkiyeyê bûyera herî mezin a tundiya di tenduristiyê de ye. Divê edalet bi lezgîn pêk bê." 
 
Şande bi malbatê re Nobeta Edaletê didomîne.