Ji rojnamegerên girtî re name û pirtûk hatin şandin

  • 15:19 25 Tebax 2022
  • Rojane
 
AMED - PENa Kurd û Komeleya Wejekarên Kurd ji bo 16 rojnamegerên li Amedê girtî, name û pirtûk şandin.
 
PENa Kurd û Komeleya Wejekarên Kurd ji bo piştevaniyê îro ji Postexaneya Yenişehirê ya Amedê, name û pirtûkên Kurdî ji bo 16 rojnamegerên li Amedê di 16'ê Hezîranê de hatibûn girtin, şand. Her wiha ji nivîskar Leyla Saraç a ku înfaza wê hat şewitandin û şandin Girtîgeha Jinê ya Şakranê jî name û pirtûk hatin şandin.