Êrişa li hemberî dibistana zarokan hat şermezarkirin

  • 14:39 25 Tebax 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Rêveberiya Dibistanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya Kongreya Star, daxuyaniyek da û got: "Em bang li NY?yê û civata navdewletî hat kirin ku berpirsyariyên xwe pêk bînin, dagirkirin û destwerdanên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatî Sûriyê bi dawî bikin.
 
Meclisa Jinan a Rêveberiya Dibistanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya Kongreya Star, li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dijî êrişan daxuyaniyek dan. Mamoste Semer Hisên bi kurdî û Nadîn Mehmûd jî bi erebî metna ku hatî amadekirin xwend. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Di demên dawîn de Dewleta Tirk a dagirker bi sûcên xwe; pîvan û nirxên mirovahiyê, yasa û mafên gelan binpê dike û hemû zagon, misogername û belgenameyên Neteweyên Yekbûyî (NY) paşguh dike. Ev hemû kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne mîras û reftarên Împratoriya Osmanî ya ku bi rêya wê gelek komkujî bi serê gelên herêmê yên resen mîna; kurd, ereb, ermem, aşûr û suryan de pêk anî.
 
Dewleta Tirk îro jî heman kiryaran bi serê gelên me de pêk tîne, ji aliyên çandî, civakî, aborî û siyasî ve. Zarokên dibistanên me armanc digire û wan dikin qurbaniyên hişmendiya xwe ya qirêj.
 
Em jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kiriyarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin, bi taybet jî sûncên hovane yên herî dawî li dijî jinên têkoşer û siyasetmedar; ew jinên ku ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê ve nûnertî û misogerkirina vîna jin û civakê kirine.
 
Em bi navê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Rûsya û Amerîka yên ku hevpeymana agirbestê bi dewleta Tirk re di 2019`an de îmze kiribûn, dikin ku rê li ber dewleta Tirk bigirin û li hemberî biryara xwe rêzdar bin.
 
Em bang li NY?yê û civata navdewletî hat kirin ku berpirsyariyên xwe pêk bînin, dagirkirin û destwerdanên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatî Sûriyê bi dawî bikin.
 
Em jin sersaxiyê ji xwe û malbatên şehîdên ku bûn qurbaniyên belafirên keşfê dixwezin û soz didin ku em ê li ser şop û xeta şehîdan bin, ji ber ku ew rêberên tekoşîna me ne."