Li Îzmîrê 'Nobeta Edaletê': Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin

  • 17:09 24 Tebax 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan îro li ber Girtîgeha Kiriklar a Bucayê pêk hat û malbatan li vir wiha bang kir: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. Her wiha ji mirinên girtiyan jî dewlet berpirse." 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Îzmîrê di roja 103'yan de didome. Malbatên girtiyan îro li ber Girtîgeha Kiriklar a Bucayê kom bûn. Malbat berdilkên li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî”,  “Girtiyên nexweş berdin" hatî nivîsin li xwe kirin. Dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan”, “Heq, hiqûq, edalet" û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bornavayê û parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Murat Çepnî tevlî nobetê bûn. 
 
Dayika Medet Sever ê li Girtîgeha Bandirmayê girtî ye Hanim Sever axivî û got: "Destê xwe daynîn ser wijdana xwe. Em ne şer em aştiyê dixwazin. Destê ku tê dirêj kirin tê şikandin. Êdî bes e, êdî tehemûla me ne maye. Em naxwazin kesek din jiyana xwe ji dest bide. Bila dawî li şerê li Sûriyeyê bê."
 
Hanîm, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Ayselê û got: "Ji bo tedawiyê divê demildest serbest bê berdan. Zarokên me nexweşin û nikarin bi tena serê xwe bijîn. Di hicreyên yekesî de dimînin û piştre dibêjin dawî li jiyana xwe anîne. Em vê tiştî qebûl nakin. Çi ji destê me bê em ê bikin. Em dev jî çalakiya xwe bernadin. Em ji mirinê re jî amade ne. Bila dawî li cudakariyê bînin." 
 
Dayika Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Tekîrdagê girtî ye Medîne Kaymaz jî di çalakiyê de axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Heta ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê be aştî nayê vî welatî. Aştî di destê wî de ye. 10 dewlet bûn yek wî dîl girtin. Dema hûn mafê axaftinê bidin dê pêvajoya aştiyê pêk bê. Girtiyên ku 20 sal jortir in înfazên wan tên betalkirin û li girtîgehan bi îşkenceyan re rûbirû dimînin. Pêwistiyên wan nayê dayîn, tedawiyên wan nayê kirin û dermanên wan nayê dayîn. Sedemên qetiaman dewlet bi xwe ye."
 
Medîne, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelo em li pêy zarokên xwe neçin? Heta ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd re pêk neyê em jî dawî li çalakiya xwe naynîn. Ji ber ku em tenê aştiyê dixwazin. Em bimirin jî em dev ji çalakiya xwe bernadin. Êdî bes e."
 
Parlamenter Murat Çepnî jî bal kişand ser girîngiya çalakiya "Nobeta Edaletê" û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li çend bajaran nobet heye û bi taybetî jî êrişê nobeta Stenbolê dikin. Bi sîstematîk êriş dikin. Her wiha niha li girtîgehan îşkeceyeke sîstematîk heye. Ligel biryarên daraz û saziyên tenduristiyê girtî serbest nayên berdan. Em bang li raya giştî dikin ku piştevaniya çalakiyê bikin."