Xuşka Fîrdevsê Bîşeng Bîlen li ser navê xuşka xwe name parve kir

  • 16:42 24 Tebax 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak 
 
ŞIRNEX - Xuşka Fîrdevs Babat a ji aliyê Ahmet Babat ve hat qetilkirin Bişeng Bîlen li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal li ser navê Fîrdevsê nameyek parve kir.
 
Li bajarokê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê jina ciwan Fîrdevs Babat di 20’ê Tebaxê de bi îşkenceyê qetîlkirî li Çemê Hêzilê de hate dîtin. Piştî bûyerê Ahmat Babat hate binçavkirin. Ahmet Babat ê di bin çavan de sûcê xwe îtîraf kir hate girtin. Bertekên li dijî qetîlkirina Fîrdevsê her diçe zêdetir dibin.
 
Xwişka Fîrdevs, Bişeng Bîlen a ku bertek nîşanî qetilkirina xuşka xwe da jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal li ser navê Fîrdevsê nameyek parve kir.
 
Name wiha ye:
 
“ Merheba, ez Fîrdevs Babat. 17 salî me û ji bajarokê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Qilebanê me. Di 19.08.2022 de ew kesê ku min gotibû qey ji min hez dike, xwest min bibîne.  Ez jî di baweriya hezkirinê de bêriya saet 14.00’an de çûm gel wî. Heta êvarê ligel wî mam. Piştre hewa tarî bû û min xwest vegerim malê. Lê wî nehişt û xwest destdirêjiyê li min bike. Min jî destur neda û min li ber xwe da. Di wê kêliyê de qirîyam lê kesî dengê min nebihîst. Wî jî bi kevir li serê mşn xist û û bi çeke gule li bedena min reşandin. Min ji  jiyanê, ji malbata min û ji hezkiriyên min veqetand. Dîsa bi awayekî hovane beden amin avêt Çemê Hêzilê. Piştre wekî ku tiştek nebûye bedena min di nav ava cemidî de hişt û çû mala xwe. Ji malbata xwe re çawa min qetil kiriye vegot. Malbata wî jê re got “Dengê xwe neke wê kesek nezanibe ku te kiriye” û xwestin cenazeyê min ji holê rakin. Lê wî nedizanibû ku malbat û gelek kesên ku li min digerin hene. Rixmî hemû hewildanan cinazeyê min di 20’ê Tebaxê de hate dîtin. Bi mirina min re ne tenê malbata min hemû cîhan mir. Ji ber ku bi awayekî hovanehatibûm qetîlkirin. Bavê min bê sûc nêzî 7 meh in di girtîgehê de ye. Piştî ku ez hatim qetîlkirin rewşa tendûristiya bavê min her diçe xirab dibe û di girtîgehê de her carê ji dest xwe diçe. Gava ku bavê min ne li mal ev hovîtî anîn serê min. Dîsa tevî hewildanên mezin bavê min bi destê kelemçekirî anîn merasîma cinazeyê min. Ez ne tenê keça bavê xwe ya destê wî kelemçekirî me. Ez ne tenê keça dayika xwe ya dilşewat im. Ez ne tenê xwişka bira û xwakên xwe yên xemgîn im. Ez xwişka we hemûyan me. Hûn jî wiha nêzî min bibin. Ji ber ku ez bê guneh û bê parastin bûm. Bi vî şiklî min ji vê jiyanê koç kir. Dizanim hûn hemû xemgîn in lê piştgiriyê bidin hevdû. Ez jî gelek xemgîn im û min nexwest wisa bibe. Min ji bîr nekin û nedin jibîr kirin. Min û bavê min ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.”