Zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê cenazeyê wî hat dîtin
- 12:42 24 Tebax 2022
- Rojane
AMED - Cenazeyê zarokê 10 salî ku 3 roj berê ji ber germê ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin.
Roja duşemê zarokê bi navê Ahmet Donat li rasta Bexçeyên Hewselê a navçeya Sûra Amedê ji ber germê ketibû Çemê Dîcleyê û winda bûbû. Piştî lêgerîna 3 rojan a li qadeke ku 3 kîlometre bû, cenazeyê Ahmet hat dîtin.
Cenazeyê Ahmet ji bo karûbarên otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.