Girtiyên siyasî: Hevrêyên me bi plan hatin qetilkirin

  • 12:25 24 Tebax 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ragihandin ku sê hevrêyên wan "bi zanebûn û plankirî" hatin qetilkirin û ji bo hesabpirsîna ji vê komkujiyê bang kirin. 
 
Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de di 8 mehên ewil ên salê de 44 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Tenê di navbera 14 û 18'ê tebaxê de 3 girtiyên ku berdana wan hate astengkirin hatin qetilkirin. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'î Denîz Kaya derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "
 
Di serî de berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê, berxwedana bêeman-bênavber a gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê û Şervaniya Rûmetê ya li zindanan, çeteya AKP-MHP'ê ku rêxistiniya faşîst a NATO'yê ya li Kurdistanê ye tengav dike. Rejîma faşîst a ku tengav bûye, ji bo xwe ji vê hilweşînê rizgar bike, bêhtir êrişkar bûye û êrişî Gelê Kurd û gelên herêmê dike. Rejîma AKP-MHP'ê ya mêtinger-dagirker û faşîst ku qirkirina fîzîkî û çandî ya kurdan ji xwe re kiriye armanc, ji bo vê armanca xwe pêk bîne hemû nirxên mirovahiyê bin pê dike, ji zarokan heta ciwanan, ji jinan heta bi extiyaran, ji xwezayê heta bi çandê bi temamî dixwaze kurdan îmha bike. 
 
Tecrîda giran û îşkenceya li Rêber Apo tê kirin, astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re, bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer ên li dijî gerîla, hovîtiya li cenazeyên şehîdan û goristanan tê kirin, zext û zordariya li ser gel a ji bo tepisandinê, bêrûmetiya teslîmiyetê ya li zindanan tê ferzkirin, îşkence û îzolasyon, talankirina xwezaya Kurdistanê rûyê rast ê çeteya AKP-MHP'ê ya faşîst radixe pêş çavan.
 
ATK li gorî fermanên qesrê tevdigere
 
Desthilata AKP-MHP'a faşîst ku ji aliyê çandî, civakî, siyasî û leşkerî ve têk çûye, ji ber ku xwe li têkçûnê ranagire mîna li her qadê, li zindanan jî polîtîkayên hovane dimeşîne. Ji bo vê jî her rê û rêbazê dixe dewrê. Ji bo vê jî çeteyên faşîst-nijadperest ên di bin sîwana Wezareta Edaletê de hatine perwerdekirin û dûrî ji edaletê ye, rêveberiyên girtîgehan ava dike û bi rêya van rêbazan êrîşî şoreşgeran dike. Asta êrişê ne tenê li nava girtîgehan dimîne, her wiha nexweşxane jî weke amûrek ji şerê taybet re tên bikaranîn û tedawiya şoreşgeran bi bêrûmetiya tê ferzkirin tê astengkirin. Her wiha saziya jê re Saziya Tiba Edlî tê gotin, li gorî fermanên ji qesrê werdigire, ji bo şoreşgerên bi nexweşiya giran ku rapora 'nabe li girtîgehê bêne hiştin' heye, bi rapora 'dikare bimînin' fermana mirinê dide û dibe şirîkê vî sûcê hovane.
 
3 hevrêyên me hatin qetilkirin 
 
Di nava sala 2022'yan de gelek hevrêyên me ji ber kiryarên hovane yên çeteya AKP-MHP'ê ya faşîst şehîd bûn. Herî dawî di 14'ê tebaxê de li Girtîgeha Hejmara 1'ê ya li Xarpêtê Îbrahîm Yildirim, di 15'ê tebaxê de li Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê Mehmet Candemîr û di 18'ê tebaxê de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Rihayê Bazo Yilmaz hatin qetilkirin. Di nava 5 rojan de 3 hevrêyên me ji aliyê çeteya AKP-MHP'a faşîst ve bi zanebûn hatin qetilkirin.
 
Berpirs diyarin 
 
Berpirsyarên bingehîn ên van komkujiyan; desthilata faşîst a AKP-MHP'ê, Wezareta Edaletê, Saziya Tiba Edlî, hevkarên AKP-MHP'ê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û CPT ne.
 
Di serî de malbatên girtiyan divê hêzên şoreşger-demokrat-sosyalîst ên li Kurdistan û Tirkiyeyê li ber vê hovîtiyê bêdeng nemînin, li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî hesab ji berpirsyaran bipirsin û rola xwe ya dîrokî-civakî pêk bînin. Serhildan û berxwedaneke topyekûn wê hem derba dawî li çeteya faşîst a AKP-MHP'ê bixe û hilweşîne, hem jî bibe gaveke mezin ji bo xwedîderketina li hevrêyên li zindanan li ber xwe didin. 
 
Li her qadê têkoşînê geş bikin
 
Êdî her kes dizane ku sîstema tecrîd û êşkenceyê destpêkê li Îmraliyê kete meriyetê û li tevahiya civakê hate belavkirin. Em bang li gelê xwe yê bi rûmet û sazî, hêzên şoreşger-sosyalîst-demokrat dikin ku ji bo bidawîanîna li vê hovîtiya li zindanan, bi dengekî bilind li ber îşkence û tecrîda li ser Rêber Apo rabin û li her qadê têkoşînê geş bikin.
 
Şehîdên têkoşînê bi bîr tînin 
 
Hevrêyên me Îbrahîm Yildirim, Mehmet Candemîr û Bazo Yilmaz li dijî tecrîd û işkenceya giran a li zindanan, li gel nexweşiyên xwe yên fîzîkî jî bi rûmetî li ber xwe dan û teslîmî rêxistina çete ya faşîst a AKP-MHP'ê nebûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe re dixwazin. 
Em soza xwe dubare dikin ku li ser xeta serketinê ya şehîdan meşa têkoşîna bi rûmet dewam bikin. Di şexsê hevrêyên xwe Îbrahîm, Mehmet û Bazo de şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêz û minet bi bîr tînin."