Birayê bersûcê kuştina Fîrdefsê ji sûcê tecawizê hat girtin

  • 10:11 24 Tebax 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Birayê Ahmet Babat ê ku Fîrdevsê qetil kir cerdevan Ramazan Babat ji sûcê "êrîşa zayendî li dijî lzarokê" hat girtin.  
 
Li navçeya Qilebana Şirnexê piştî ku di 18’ê tebaxê de cenazeyeyê jina ciwan Fîrdevs Babat hate dîtin, Ahmet Babat hate girtin û hate îdiakirin ku Ahmet Babat bi çeka birayê xwe yê cerdevan Ramazan Babat Fîrdevs qetil kiriye. Her wiha hate diyarkirin ku Ramazan Babat di meha Gulanê de tecawizê zaroka bi navê S.G. ya 16 salî kiriye û Hazim Babat û Şeyhmûs Babat xwestine ser bûyerê bigirin. Piştî ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) bûyer kir rojev têkildarî tecawizkirina S.G. û hewldana sergirtina bûyerê geşedenake nû qewimî. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de duh Ramazan Babat ê hate diyarkirin tecawizî S.G.’yê kiriye, birayê Hazim Babat, Şeyhmûs Babat, bavê S.G. , E.G. û dayika wê M.G. hatin binçavkirin. Cerdevan Ramazan Babat ji sûcê “êrîşa zayendî ya li dijî zarokê” hate girtin û şandin girtîgehê. Li Qereqeola Cendermeyan a Qilebanê lêpirsîn derbarê Şeyhmûs Babat, E.G. û M.G. de didome. Ji bo wergirtina îfadeyê S.G. ewilî birin Navenda Şopandina Zarokan a Mêrdînê dû re jî birin Navenda Lêkolîn û Astengkirinê ya Şirnexê (ŞONIM).