Tifaqa demokrasiyê wê nexşerê nîqaş bike

  • 09:07 24 Tebax 2022
  • Rojane
ENQERE - Tifaqa Demokrasiyê wê sibê bên gel hev û krîza civakî ya deshilatdariyê afirandiye û geşedanên siyasî yên girêdayê wê binirxînin û her wiha ji bo deklerasyonek hevpar jî wê dîrokê diyar bikin. Ligel vê tifaq wê nexşerê nîqaş bike,der barê ku xebatên berfirehbûnê ji vir şûnde wê çawa bê meşandin de nirxandinan bikin.
 
Tifaqa Demokrasiyê ya ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê(EMEK), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Malên Gel, Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û Partiya TEvgera Kedkar (EHP) pêk tê, hevserok û serokên wan yên giştî wê sibê li Stenbolê li Buroya Navenda Giştî ya TÎP’ê bên gel hev.
 
Wê teşeyê dawî bidin metna deklerasyonê
 
Tifaqa Demokrasiyê wê sibê bên gel hev û krîza civakî ya deshilatdariyê afirandiye û geşedanên siyasî yên girêdayê wê binirxînin û her wiha ji bo deklerasyonek hevpar jî wê dîrokê diyar bikin. Ligel vê wê teşeyê dawî bidin metna deklarasyonê.
 
Wê nexşerê bê nîqaşkirin
 
Her wiha di civînê de wê nexşerê bê nîqaşkirin û er barê ku xebatên berfirehbûnê ji vir şûnde wê çawa bê meşandin de nirxandinan bikin. Piştî civînê tê payîn ku wê tifaq daxuyaniyek nivîskî bide.