Li Wanê tecrîd hat şermezarkirin

  • 17:10 23 Tebax 2022
  • Rojane
 
WAN - Tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Wanê bi daxuyaniyeke hat şermezarkirin û banga serbestberdana girtiyên nexweş hat kirin. 
 
Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) li Kolana Hunerê ya Wanê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek hat dayîn. Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajar û navçeyan, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan û Murat Sarisaç, Rêxistinên HDP'ê yên bajêr û navçeyan, Komeleya Jinan a STAR, Komeleya Peşxistin û lêkolîna Zimanê Kurdî, (ARSİSA), Atolyeya Hunerê ya Aryen, Komeleya Koberiyê ya Serhatê (SERHAT-GOÇ) tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî" hat vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla rêveberê TUHAY-DER'ê Adîl Koçak ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Ew girtîgehên ku bi hezaran girtî bi destê darazê hatine dagirtin û ji ber sedemên çêkirî bûne noterê dewletê. Li girtîgehan darvekirin bi fîilî tê meşandin. 
Girtîgehên ku veguherî navendên ku rastî cezayê îdamê tê. Bi pêkanînên çewisandin û kêfî 'mafê jiyanê' tê binpêkirin.
 
Girtîgehên ku yek ji qadên ku rewşa bêhiqûqiyê herî zêde lê tê jiyîn, ji ber hincetên wekî Covîd û OHAL'ê veguherî îşkencexaneyê. Desthilatdarî di alî de di nav krîzê de ye û ji bo nebe rojev, bejê her roj cenazeyek ji girtîgehan derdikeve. Niha înfazên girtiyan tê betalkirin. Bi hincetên derew ji hêla Lîjneyên Şopandinê yên girtîgehê ve nahelin girtî ji girtîgehê derkevin. Girtî nikarin ji mafê xwe yên civakî, hiqûqî û çandî bikarbînin. Her wiha girtî nikarin ji mafê tenduristiyê jî sûdê bigirin. 
 
Ligel ewqas bêhiqûqî û bêedaletiyê kêm caran raporên 'Nikare di girtîgehê de bimîne" dide. Ligel raporên ku hatî dayîn dîsa nayên berdan. ATK bi gotin û talîmatên îqtîdarê tevdigere serbest berdana girtiyan asteng dike. 
 
Tu mirineke li gîrtîgehan ne xwezayî ye
 
Hat destnîşankirin ku di 8 mehan de 43 cenaze ji girtîgehan hatine derxistin û di berdewamiyê de wih hat gotin, "Di encama polîtîkayên girtîgehê yên dijminane de, bi taybetî di hefteya dawîn de Îbrahîm Yildirim, Mehmet Candemîr û Bazo Yilmaz ên ku jiyana xwe ji dest dan pergala îşkenceyê li ber çavan raxistin  Tu mirina li girtîgehan ne mirineke xwezayî ye û wê kujer hesabê vê zû an jî dereng bidin.  Ji bo vê jî em li vir careke din dibêjin ku Birêz Abdullah Ocalan 23 sal in ji mafên bingehîn ên wekî telefon, hevdîtina malbat û hevdîtinên parêzeran bêpar e û dibin tecrîdê de ye. Em dibêjîn ku bila Birêz Ocalan bikaribe ji hemû mafên xwe sûdê bigire."
 
Girtiyên nexweş serbest berdin
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di serî de Wezareta Edaletê em ji bo hemû sazî û dezgehên eleqedar dibêjin ku veguherîne Odeyên Gazê ên Naziya Elmanyayê. Di dirêjiya daxuyaniyê de wiha hat gotin,  " Divê qanûna înfaza cezayê demildest bê guhertin û di serî de girtiyên nexwseşê giran hemû girtiyên nexwseş bên tehliyekirin. Ji bo ku girtî ji mafên xwe yên çandî, civakî û tendirustiyê sûdê bigirin divê şert û mercên guncav bên avakirin. Em careke din dibêjin ku em ê li heberî mirin û zilmê tucarî bêdeng nemînin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên, "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.