Jinan li Şirnexê ji bo Firdevsê daxuyanî dan

  • 16:42 23 Tebax 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê têkîldarî qetîlkirina Firdevsê daxuyaniyek dan û gotin: "Kujer cesaret û qûweta xwe ji hêzên dewletê û polîtîkayên bêcezahiştinê digire."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê qetilkirina Firdevs Babat de daxuyaniyek dan. Rêxistina HDP’ê yê bajar û navçeyan, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajar û navçeyan û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de jinan pankarta "Kuştinan jinan polîtîk e" hat vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Li herêma Şirnexê, di encama polîtîkayên şer ên taybet de qetilkirina jinan pêk tê û her ku diçe hejmar jî zêde dibe. Herî dawî jî Firdevs Babat a li navçeya Qilebanê bi awayekî hovane hat qetîlkirin. Di otopsiyê de derket holê ku Fîrdevs beriya bê kuştin rastî îşkenceyê hatiye.Jin li vir xwe di ewlehiyê de his nakin. Roj bi roj rêjeya sûc û bi taybetî jî kuştina jinan zêde dibe. Ji ber helwestê îdarî jin nikarin gilî û gazincên xwe bînin ziman. 
 
Polîtîkayên bêcezahiştinê meran teşwîqê qetîlkirina jinan dike. Jin di hedefa desthîlatdariyê de ne û her diçe bi zagonên bêcezahiştinê jiyana jinan dixin xetereyê. Li Şirnexê ewlehiya jinan nîne. Jinên ku ji bo azadiya jiyana xwe têdikoşin û li pey mafên xwe diçin di hedefa dewletê de ne.”
 
'Dê têkoşîna me bidome'
 
Piştî daxuyaniyê parlementera HDP’ê Nuran Îmîr jî axivî û destnîşan kir ku bi salan e bi polîtîkayên şerên taybet tê xwestin li herêmê exleqa civakê birîzînin û got: “Kujerên jinan ne tenê kesayetek in. Kujer cesaret û qûweta xwe ji dewletê, polîtîkayên bêcezahiştinê û hêzên dewletê digire. Wekî Fîrdevs Berîvan Alturk ku li Qilebanê hat qetîlkirin û Sakîneyê ku li Silopiyê bi hêzên dewletê hate qetîlkirin, bi çekên dewletê hatin qetîlkirin. Li Şirnexê êdî ewlehiya jinan nema ye. Yê ku ev komkujiyê pêk tîne jî pişta xwe dispêrîne zagonên desthîlatdariyê.
 
Divê jin dijî van pêkanînan xwe birêxistin bikin. Îro di bin navê ewlehiyê de ku hemû bajar û navçeyên me bi hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin û êdî ewlehiya jinan nemaye. Li dijî van êrişên li ser jinan em bedeng naminin û heya ku kujer bi cezayekî giran were darizandin wê têkoşîna me berdewam bibe.”